Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şepola kom kirina Mahwareyan di deverên “Mirgewer” a Urmiyê berdewame

18:52 - 1 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: hezên rejîma Îslamiya Îranê li devera Mirgewer a Urmîyê ,Mahwarên welatiyên wê dewerê kom dikin.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, hezên Nîzamî yên rejîmê hîriş kirine ser gundê “Xurasp” di devera Mirgewer û hejmarekî berçaw dîşên mahwar ên welatiyan kom kirine.
Her di wê warê de li gundên “dizê, Jereji” jî şepola kom kirina mahwaran ji aliyê hêzên rejîmê bêpar nebun.
Çend roj berî niha hezên rejîma Îranê di gundê “Gidivan, Qayêr, Topzawa, Helec û Zêwe” li devera “Mirgewer” hejmarekî berçaw ji mahwarên xelkê kom kirine.
niha mahwere di Dunyayê de bûye pişkek ji jiyana xelkê.
Çend roj berî niha Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê bo yekemîn car û di roja Aşûra yê di rê û resemkê de bi navê “Cêjna mirina Mahwarê” li bajarê “Goheran”ê di parêzgaha Hûrmuzganê berêwe bir.
Di wê rê û resmê de hejmarekî zaf li dîşên mahwer ên wilatîyan di nav agir de şewitandin.