Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerafedîn Elçî Parlementerê Amedê wefat kir

15:10 - 26 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Parlementerê Amedê û Serokê Giştî yê KADEPê Şerafedîn Elçî jîyana xwe ji dest da .
Şerafedîn Elçî ku demeke drêj bû bi nexweşiya pençeşêrê tûş bibû, şeva din li nexweşxaneya Medicana a bajarê Enqerê jîyana xwe ji dest da.
Elçî di sala 1938 an de li Cizîrê hatibû dinyayê. Elçî bi yek ji liderên heri naskirî ê Kurd li Tirkîçiyê û Kurdistanê tê naskirin kû bandorekî taybetî li pirsgirêka Kurdî a Tirkiyê de hebû.
Elçî çendin salan seba vê gotina xwe ku gotibû, li Tirkiyê Kurd hene û ez jî Kurd im hate darizandin û 2 sal û 3 meha ceza xwar. Elçî, di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011 an de li Amedê wek parlementerê serbixwe hate hilbijartin.
Deftera Siyasî a PDK Îranê tevî xembarbûn ji koça dawiya birêz Şerafedîn Elçî, kesatiyê naskirî ê kurd, sersaxiyê ji malbat û hevalên wî dike û hêvî jî dike ku riya xebat û tekoşîna wî pir rêvîng be