Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê derûnî

20:07 - 8 Çirriya pêşîn 2016

Kerîm Perwîzî

Komara sêdarê ya Îsamî, ji riya êrîşa leşkerî û vegerxistina dezgehên serkutkarane ên Îtila’atê û Îtila’ata Spaha Pasdran ve, ciwanên xwedî helwest ên civaka Kurdistanê bi rê ve dibe, û hêzeke berfireh ya serkut û îşkenceyê rê dixe, da ku wan takên nav civaka Kurdisatanê de, bibînin ku xwedî bîr û bawer in, û helwestê digrin, di hemberî stemkarî û hovîtiya rejîmê de, û li ser hêviyên neteweyî û demokratîk pêdagir in.

Lê di biyaveke din de Komara Îslamî ya Îranê bi siyasetên şovenîstî û faşîstî ên xwe, û bi taktîka “Guh nedê û bi ser de zal be” û bi bikarbirina emraz û teknîkên şerê derûnî û propagendeyî, dixwaze ku civaka Kurdistanê di nav de hiloşîne, û bixe qedeman.

Hekî di şer û taktîkên leşkerî û îşkenecekirinê de tenê dikare zextê bo take Kurd bîne, û wan îdam bike, yan xortekî serhildêr şehîd bike, lê bi şerê teblîxî û siyasetên gemar dixwaze ku civakê di destê xwe de kedî bike.

Biyavên şerê derûnî gellek in, lê yek ji biyavên herî metirsîdar ew e ku Komara Îslamî bi siyaseta “Guh nedê û zal be” heya vî cihî diçe pêş, ku hêz û alî û heya takên civaka Kurdistanê, û bi taybetî ên ku xwedî helwesta şoreşgerî ne, û li dijî stemkariyê disekinin, ji hevdu qut bike, û her yek ji wan bi çavê şik û guman ve çav li yê din bike, û ên din bi ketî û stûxwarê vî yan wî dijminî bi nav bike, û tekoşîn û xebata hevdu wekî xizmeta bi filan û filan bi nav bike, û yektir bi alîkariya dijmin tawanbar bikin.

Ew şer û duberekî sazkirin û dudilî pêkanîna, û her carê piştgirtina yekî li dijî yekî din, wisa dike ku Komara Îslamî dibe bi diyarîkerê qada şer û diyarîkerê yasa û çarçoveyên rabûnûrûniştinê, û dikare wisa kar bike ku hemû aliyan di lawaziyê de ragire, û di dawiyê de her çav li dest axa û erbaban bin.

Ji hemiyê metirsîdartir ew e ku îrade û nasnameya mirovî û neteweyî ya xebatkaran û takên xwedîhelwest ên Kurd deskarî bike, û wan têk bişkîne, û wan ji rê derxe, ku bi kuştina yê din, bi destê dijminan ew kêfxweş bibin!

Ku ew yek ew qasê hiloşîna kesayetî û têkşikana îrade û kerameta takekê ye, ku bi kuştina xortekî nîştiman bi destê dijmineke Kurdistanê, kêfxweş dibe, herwekî ku me mînakên wisa di nva alîgirên çendîn rêkxirawan di beşên curbicur ên Kurdistanê de dîtiye.

Şerek ku di warê siyasî û propagendeyî de, bi taybetî Komara sêdareya Îslamî bi rê ve dibe, bo têkşikandina îradeya neteweya Kurd, dibe takên xwedîhelwest ên Kurdistanê hişyarî vî şerê dijî mirovî bin.