Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê deshilatê û rewşa Refsencanî

12:51 - 15 Çirriya pêşîn 2012

N: Teqî Rûzbêh


W: Rûken

D estpêka qonaxeke pirr ji evraz û nişîv, ku bi awayek berbiçav bi destbiserkirina zarokên Refsencanî dest pêkir.

Jêhelçûna stêrka bextê Ehmedînijad, pêvajoya kontrol û kêmbûna hêz û deshilata dezgeha birêveberiyê, bûye sedema pêkhatina rewşekê ku bandên rikeber li pêkhateya deshilatê de hewil didin ku her yek ji wan beşek zêde bi dest bixe, û her ji niha pêve wajoya xwe li ser pêvajoya qonaxa hestyar heta hilbijartina li pêşiya me ya serkomariyê bide.

Li vê rikeberiya çirrkirî de piyê Xamineyî, Refsencanî, Eniya yekgirtî ya Paydarî û bitaybetî usulgerayên sunnetî li holê de ye, ku her yek ji wan hewlekî bêqas dane bona vê ku hevçax her sê dezgehên birêveberî, dadwerî û yasadanînê bi destve bigrin.

Hewildan û kiryarên curbicur bona amadekirina qada hilbijartina serkomariya Îranê bo du lîstikvanên berbiçav û pêkanîna rewşa hewce bo pêşîgirtina ji her cure hatinek pêşbînînekirî wek mêhvanek nexwandî, her ji niha ve dest pêkiriye. Ew du aliyên mezin û berbiçav jî di rastî de Eniya Paydarî û usulgerayên sunnetî ne, ku niha jî dezgeha dadwerî û parlemento di destê wan de ye.


Pêdagiriya li ser rolê Mêhdî Haşimî li raperîna sala 1388\'an de û destbiserkirina wî hilgirê wî peyamî bo Refsencanî ye ku xwe ji her cure destêwerdana li nav şerekê de ku li ser qorixkirina dezgeha birêveberiyê û parvekirina deshilatê ye dûr ragirin, û qadê ji bo rikeberên sereke vala kin. Li pirsa rikeberiya bi Refsencanî re her hemû wate rêberî ( û Eniya Paydarî) û aliyê binajoxwazên sunnetî hevhizr in. Lê her yek ji wan li gor dîtingeha xwe ya taybetî û li ser rikeberiya bi hevre hewil didin, mifahê jê wergirin.

Helbet Refsencanî bi kiryar hêz û giraniya gefxwarinê tuneye, lê bi baldan bi valahiya heyî ya çavkanîgirtî ji têkşikana siyasetên hakim û bihêzbûna kirîzan, û zextên navnetewî ku îmkana tevlîhevbûna hewkêşeyên niha û tehlûkeya ji kontrolê derketina wî, nîgeraniya ji rolê bihêze wî zêde dibe.

Nabe em ji bîra xwe bibin ku ew li gorî
Tecrobeya sala 1388\'ê bi baldan bi keleke bûba kirîzên curbicur li ser yek, ku pêsîra wan girtiye û bi taybetî faktora zext û givaşê û pîlana hêzên mezin ji bo bandordanîna li ser bûyerên navxweyî ên Îranê, ew wek kesê margestî ji kindirê reş û sipî ditirsin. Li wê kirîzê de ji aliyekê Xamineyî heye ku riftarek taybet û dualî bi Refsencanî re heye: ji aliyekê ve hewcehî pê heye, û niha zêdetir ji her demê bi sedema vê ku ew wek yek ji bingehdanerên rejîma wan û kesê cihê bawera Xomêynî xwediyê nifûzek berçav li nav hinek beşên ruhaniyên xeyrî dewletî û yan jî kêmtir dewletî û wek kesek xwedî ezmûn heye, her niha jî li nav hinek ji beşên borokrasî û karsazên dezgeha berfireh ya îdariya rejîmê xwedî nifûz e.


Herweha ew kesek e ku di nav hinek ji welatên Erebî ên derdorê de xwedî hitbar e, û li çareserkirina kêşeyên baskên curbicur di nav deshilatê de jî ezmûnek baş heye. Ji aliyek din ve Xamineyî xwazyarê hebûna Refsencaniyeke bêhêz û bê rêkxistin e ku nexwaze û nikare jî li ser riya hêz û deshilata wî ya reha astengiyan saz bike.


Her eva ku me dît Xamineyî ji aliyekê ve ew ji serokatiya Meclîsa Xibrigan xist û ji aliyek din ve ew li posta serokatiya Korra Dîharîkirina Qazanc û Berjewendiya Nizamê de ragirt, Her bi vê sedemê ye ku heke em dibînin ku Xamineyî nahêle kes bi awayek rasterast êrîşî ser Refsencanî bike, lê ji aliyek din ve pêşiya şandina zarokên wî bo girtîgehê nagre.



Heke em bîr ji vê yekê bikin ku şikesta bernamên Ehmedînijad li warên aborî û siyaseta derekî de, tê wateya şikesta siyasetên Xamineyî û lawazbûna otorîteya wî jî, jiber ku ew piştevanê sereke yê siyasetên dewletê ye, û li wir de ye sedema bingehîn ya dijayetiya bi Refsenacanî re eşkere dibe. Lê her çi be Xamineyî hewcehî bi Refsencaniyeke kontrolkirî û li jêr çavdêriya xwe de heye, bi taybetî ji bo rikeberiya bi kirîzan re. Li vê derbarê de usulxwazên sunnetî jî razî bi Refsencaniyeke weha ne ku tenê roleke çareserker hebe.