Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seredana du partiyên siyasî yên Kurdistana Turkiye ji polîtbîroya PDKÎ

12:53 - 20 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Şandek hevbeş a seredana polîtbîroya partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin, seredana polîtbîroya partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin.

Li gor raporta Kurdistanmedia: berwara 19,04,2014an a Zayînî, Şandek hevbeş a Partiya Welatparêz a Bakûr û Partiya Sosyalîst a Bakûr bi serperestiya Nîzamedîn Tac, naskirî bi Botan, seredana polîtbîroya partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin û ji aliyê şandekî partiyê bi serperestiya Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê PDKÎ we hatin pêşwazî kirin.

Di vê hevdîtinê de, Nîzamedîn Tac, armanc ji vê seredana PDKÎ, bo guherîn û şirovekirina bîr û hizran li ser komek pirsên siyasî yên girêdayî bi Kurd û rewşa siyasî a Bakûrê Kurdistanê û piroseya aştî tevî dewleta Turkiyê û herwisan asteng û girêpêçkên ser rêya vê pêvajoyê kir û alien cur bi cur yê vê piroseyê xiste ber ra û nezera hevalên pişikdar yê civînê. Herwisan arîşe û girêpêçkên wê dawiyê yê dewleta Erdoxan û layenê Fethola Golen û bandorên wan aloziyên hundir yê Turkiyê li ser pêvajoya aştiyê di wî welatî de anî ber basê.

navbirî di vê bawerê de bû ku, pirsa Kurd ber b pêşwe diçe û gelê Kurd bo gehîştin bi armancên siyasî û neteweyî yên xwe, hewceye ku bo gotarek îroyîn di vê zirûfa siyasî de gavan bavêje. Herwisan îşare bi siyaseta Beşar Esed û PYD li ser rojavayê Kurdistanê û siyaseta dest têwerdana Rejîma Îslamî a Îranê li ser pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê kir.

Pişkek dina a vê hevdîtinê, pêwendî bi rewşa Kurdistana Îranê ve hebû û di vê derheqê de rêzdar Sekreterê Giştî yê PDKÎ, li ser zirûfa Rojhelata Kurdistanê, siyaseta Rejîma Komara Îslamî a Îranê û nêrîna derheq bi pirsa Kurd bi giştî û Rojhelata Kurdistanê bi taybetî axivî û derheq hin pirsyarên Partiya Welatparêz a Bakûr û Partiya Sosyalîst a Bakûr, şiroveyên xwe anî ber basê.

derheq bi doza Kurd li Bakûr û Rojava û piştgîrî kirin ji daxnwazên Kurd tekez kir û sipasiya herdu partiyên heval yê Partiya Welatparêz a Bakûr û Partiya Sosyalîst a Bakûr ji vê serdanê kir û li ser pêwendiyên baratî û dostaniya PDKÎ tevî wan tekez kir.