Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seredana Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê li Deftera Siyasî a PDK Îranê

18:34 - 6 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: heyetek Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kuridtana Îranê serdana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir.
Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 5’ê Hezîrana 2012’an, heyetek bi serperestiya birêz “Ebdulla Muhtedî “ Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê, seredana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir û ji aliyê heyetekê bi serperestiya birêz Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê PDK Îranê ve hat pêşvazîkirin.
Di rûniştina han de birêz “Mistefa Hicrî” li ser rewşa siyasî a deverê, Îran û doza Kurd çend basek pêşkêş kirin.
Pirsa navikî a rejîma Îranê û akama hewlên navnetewî bo çaresrkirina pirsa han, ji wan basan bûn ku ji aliyê heyetên her du aliyan ve dan û sitandin li ser hatin kirin.
Heweha girîngînedan bi hewlên Rojava û Amerîkayê ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo çareseriya pirsa navikî û mifahsitandina rejîmê ji got û bêjan bi armanca bidestxistina dem ji bo mebestên taybet, hatin nirxandin û her du alî li ser bêakambûna dan û sitandinên ku biryar e li Muskoyê bihên lidarxistin, hev ra bûn.
Pirsa tehrîmên li ser Îranê û kartêkeriya wan li ser rewşa siyasî û abûriya welat û bi taybet firotina nifta Îranê, û givaşên pêtir ên Rojavayê li ser Îranê hatin şirovekirin.
Binpêkirina mafên mirovan, destêwerdan di kar û barên welatên alîkarên dîktatoran weke rejîma Sûriyê, û herweha hiloşana rejîma han û serkevtina îradeya xelkê, ji mijarên rûniştina han bûn ku pêtir tekez li ser hat kirin.
Li ser xebat û bizava rizgarîxwaziya gelên Îranê , birêz “Mistefa Hicrî” basek pêşkêş kir û di vê derheqê de amaje bi çalaktirkirina Kongireya Netewên Îrana Federal kir û got: Kongireya Netewên Îrana Federal kariye di asta navdewletî de weke nûnerê berbiçav yê gelên Îranê, piştevanê bihêz ji pêşvebirina piroseya demokrasiyê di Îranê re be.
Rêzdar Hicrî, tevî bilind nirxandina rolê PDK Îranê û Kolmeleyê di du salên derbasbûyî de li ser asta opozîsyona Îranî û Kurdistanî, li ser berfirehtir kirina qada kar û xebata aliyên siyasî ên Kuridstanê jî pêdagirî kir.
Piştre birêz “Ebdulla Muhtedî” ra û nêrînên Komeleyê li ser mijarên han nîşan dan û li ser hewcehiya xwendineveyek yekgirtî pêdagir bû.
Birêz “Muhtedî” amaje bi vê kir ku rejîma Îranê nekariye li hember kimkirina givaşan li ser xwe ser bikeve û got: Rejîma Îranê nekariye ji wan kirîzên abûrî û siyasî ên ku têketiye derbas bibe.
Navbirî di pêwendî li gel Sûriye de, guhertinên siyasî li wî welatî û girîngîdan bi xebata hundirîn a hêz û aliyên siyasî ji bo leza guhertinan bi girîng zanîn.