Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sergotar

16:19 - 7 Tebax 2012

Dem hatiye

Arîn

Îran, yek ji dewlemendtirîn welatên dinyayê, îro rojê li jêr modîriyeta nebaş a rejîma hakim de ketiye nav kirîzek kûr a aborî de. Rejîma ku xeyala bidestxistina çeka navikî, barek giran ji tehrîman xistiye ser milê xelkê Îranê û jiyan ji wan herimandiye. Nîzamek ku ger alfabeya siyasetê fam kiriba, baykotên cîhanî weke derfetek ji bo pêşketina Îranê nedida zanîn û bi mirijîn û rikên xwe, zêdetir civaka cîhanî nediazirand. Encama van siyasetan de, em dibînin ku niha ketiye nav qopiyekê ku çiqas dest û pêyan bikute, wê zêdetir têde biçeqe.

Encama ku hejarî, giranî, bêkarî û kirîzên siyasî û aborî û dehan diyardeyên xirab li dû re hatine û nîşan dide ku rejîmê re, xincî çeka navikî, tu tişt girîngtir nine. Lê nîzama ku karîna kuntirol kirina bazara mirîşkê nine û bûye bi kirîzek nû, neçar maye ku bi îhsasatên mesebî ên xelkê bilîze û bi heram kirina wê, bixwaze rewşê aram bike, çawa dê bikare li hember êrîşan û hêrsa pengurî a xelkê de berxwe bide?

Tirîbonên rejîmê van bûyerane bi siyasetên dujminan li hember Îranê de dihesibînin û banga berxwedan, nexwarin û nemezaxtinê ji xelkê Îranê dikirin, lê ji hêla din ve jî, beşek zaf ji pere û samana xelkê ji tundajoyên Efxanistan, Îraq, Felestîn, Lubnan û rejîmên Venezoêla û Sûriyê re tê mezaxtin.

Rejîma ku ji bilî xelkê û samana wan, sû îstifadê ji diyanetê jî dike û îznê bi xwe dide ku li biçûktirîn kar û barên jiyana xelkê de dexaletê bike, ma êdî dem nehatiye ku tevlî karwanê Qezafî, Mubarek, Bin Elî û ... bihê kirin?