Kurdistanmedia

Yekşem 26 Gulan 2019
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerîf Hejarî: hin ji hêzên kurdî, bûne kopalê destê Îranê û fermanên wê cîbicî dikin

19:27 - 20 Nîsan 2018

Gotûbêj: Selîm Zencîrî

Guhertinên nav kabîneya Donald Tramp û bandora wê li ser hevkêşeyên siyasî û bûyeran, mijara gotûbêjekê ye digel birêz Şerîf Hejarî, Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê ku bala we bo beşek ji wê radikişînin:

Ew guherînkariyên di kabîneya Tramp de dikare çi guherînekê di siyaseta derve ya Amerîkayê derheq Rojhilata Navîn li pey xwe bîne?

Bersiv: Min jêve ye ku ew guherînkarî bo armancekê ye ku Trump bixwe bawerî pê heye, û di dema piropagendeya hilbijartinan de soz daye gelê Amerîkayê ku ji bo bidestxistina wan tekoşînê bike.

Ew guherînkarî bi wateya girtinepêş ya siyaseteke cidî ya Amerîkayê ye li hemberî dosiyeyên Kureya Bakur û Îranê. Niha egera rûniştina serokê Amerîka û Kureya Bakur heye, lê li derheq Rojhilata Navîn min jêve ye ku Trump bawerî bi vê heye ku ji bona ku Amerîka di vê navberê de hejmoniya xwe biparêze, pêwîst e ku ecêndayên Îranê ji nav bibe. Lê ewên ku berpirsê yekem bûn di Wezareta Deve û Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê de, digel nasîna rastîn ya Trump li dijî terorê û tevdanîkariyên Îranê di Rojhilata Navîn de, hev nedigirtin.

Ew karakterên ku Trump diyarî kirine, baştir rejîma Îranê nas dikin, bo mînak Trump li ser vê baweriyê ye ku şaşiya mezin ku Obama kiriye, lihevkirina digel Îranê ye, û Îran mezintirîn piştevanê terorîzmê ye di cîhanê de. Hevtayê vê bîrkirinê jî, Boltonê destnîşankirî ji bo şêvirmendiya Asayişa Neteweyî ya Amerîkayê, baweriya wî ya neguher ew e ku Amerîka û Îsraîl tenê bi bordûmankirinê dikarin rêgiriyê ji Îraneke navikî bikin. Herwisa Mike Pompeo`yê destnîşankirî bo Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî li ser vê baweriyê ye ku ew bi kêmtir ji 2 hezar êrîşên balafiran dikarin pirograma navikî ya Îranê ji nav bibin.

Bi hûrbûna ji van boçûnan derdikeve ku Trump dixwaze ku tîmeke yekdest di kabîneya xwe de pêk bîne, ku li ser yek baweriyê, û yek ecindayê di hemberî Rojhilata Navîn bitaybetî Îranê, ku wekî çavkaniya terorîzmê tê naskirin, bikevin kar.

Pirs: Ku wisa bû mebest ji guherîna wan, zêdetir sekinandina Îranê ye?

Bersiv: Dema ku “Mike Pompeo” lêpirsyarê “CIA” bû, karê wî yê herî xûya guherînkarî bû li beşa dosiyeya Îranê, di destpêka Tîrmeh a 2017`an de. Herwisa “Michael D\'Andrea” kire lêpirsyarê “CIA” bo dosiyeya Îranê. Bi bawera min heya niha şûna destê wî di tewerên navxwe yên Îranê de berhemdar bûye.

Mixabin ku heya niha lêkolerên Kurd di xwendina bo kesayetiyên dosiyeya (Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriye) ya dezgeha “CIA” de, lawaz in, û di medyayên Kurdistanê de jî girîngî pê nahê dayîn. Michael D\'Andrea roleke mezin di destbiserkirina tawanbarên 11`ê Îlonê, û herwisa li Pakistan û Yemen û gellek welatên Rojhilata Navîn de lîstiye, bi taybetî rola diyar hebûye di kuştina terorîst Îmad Muxniye, serkirdeyê bibandor yê Hizbullahê di Demişqa paytexta Sûriyê de.

Niha “Michael D\'Andrea” naznavê Ayetullah “Michael D\'Andrea” li ser hatiye danîn. Wisa nabînim ku ew hemû guherînkarî her li xwe re hatibin kirin. Min pê waye tunekirina ecindayên rejîma terorîst a Îranê di holê de ye. Bi Kurtî Trump bi van guherînkariyên dixwaze ku bêje Îran û hemû cîhanê, ku di hemû demeke deshilatdariyê de, vebijêrka leşkerî li dijî Îranê vekirî ye!.

Pirs: Bi baldan bi nakokiyên Îran û Ewropayê li ser rêkkevtina li ser Bercamê pêşniyara çi sînaryoyan bo piştî van guherînan dikî?

Bersiv: Diyar e ku Amerîka heya radeyekê rêz ji welatên Ewropî yên hevpeymanê xwe derheq pirsên Rojhilata Navîn digre. Bo mînak derheq lêdana Îraqê, Amerîkayê heya sînorekê girîngî bi boçûna dewletên wekî Firansaya serdema Jacques René Chirac (Jak Şîrak) û hinek ji hevpeymanên xwe ên Ewropî da, lê piştre serbarê cuda bîrkirina wan, rasterast lêdana Îraqê ragehand.

Sê eger li ber dest de hene ku tramp bigre pêşiya xwe, di derbarê Bercamê de:
1-Pêdeçûna bingehîn bi ser rêkkevtinê ji aliyê Amerîkayê ve.
2-Hilweşandina yek alî ya rêkkevtinê ji aliyê Amerîkayê ve. Di vê derheqê Wezîrê Derve li ser vê baweriyê ye ku di destpêka meha Gulan a îsal de, Trump ji lihevkirina etomî vedikêşe, jiber ku soz daye Îsraîlê ku rêkkevtineke wisa qebûl nake.
3-Lêdana binkeyên etomî ên Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve. Pêştir Bolton di gotareke xwe ya “New York Times”ê de belav kiribû û nivîsandibû ku tenê êrîşa leşkerî çareseriya bernameya navikî ya Îranê dike.

Heta hekî rewşa rêkkevtinê bi vî awayê niha jî bimîne, Îranê qazanceke wisa tê de nekiriye, jiber ku Amerîka di piraktîkê de tu hisabekê bo vê rêkkevtinameyê nake, û ne tenê lênihêrîna Amerîkayê li hemberî rejîma Îranê nehatiye guhertin, belku tundtir jî bûye. Ger em lê hûr bin, di şeş mehên borî de, diravê Îranê xiraptirîn û erzantirîn nirx di dîroka xwe de tomar kiriye, ku ew jî vê yekê nîşan dide, ku di navenda Piraktîka siyasî-stratejî ya Amerîkayê de, rejîma Îranê di lîsta reş de ye. Destpêkê vê rejîmê di warê aborî û diravî de diherifînin, û piştre encamên wê ên din jî wê hebin.

Pirs: Di vê navberê de gefek bi navê Rûsiyê bo ser berjewendiyê Rojava dikare çi bandorekê li ser yekhelwestiya Amerîka û Ewropayê, li ser vê meselê danê?

Bersiv: Gefa Rûsiyê cidî ye, û micidtir jî dibe,heta ku metirsiya Rûsiyê li ser berjewendiyên Rojava zêdetir be, dewletên Rojava jî yekgirtîr dibin. Bo mînak di van dawiyane de kuştina ajanekê û keça wê ji aliyê Rûsiyê ve, dijkiryareke zêde hebû, û Birîtaniya û YE û Amerîkayê hejmarek dîplamotkarên Rûsiyê derxistin.

Pirs: Rûsiye mezinhêzeke cîhanî ye,nifûza dîrokî heye, jeopolîtîkek bibandor heye, lê gelo welatên Rojava û NATO`yê lê digerin ku Îran bibe beşeke cîbicîkirina ecindayên Rûsiyê, û Esed jî karekê bike ku Rûsiye bi dilê xwe di behra Naverast de bilîze?

Bê guman lê nagerin, û aboriya welatên Rojavayî û jeopolîtîka wan, û nifûz, hevpeyman, û teknolojiya wan wisa dike ku Rûsiye heta ser nekare Sûriyê û Îranê di destê dîktatoran de bihêle.

Lê ew rikeberî demê dixwaze, û di şev û rojekê de bi dawî nabe! Lê heya ku Îran û Esed hevpeymanê serekî ê Rûsiyê bin, Rojava li dijî wan yekgirtîtir dibe.

Niha rikeberî di navbera Amerîka û Rûsiyê de ew e ku, Amerîka wekî mezinhêza cîhanê nifûz bi ser hemû aliyên cîhanê de hebe, Rûsiye jî tenê dixwaze ku li ser cîranan û derdorê de hejmoniya xwe biselimîne, lewra di rastî de nifûza Amerîkayê, wekî mezinhêztirînê cîhanê, û hejmoniya Rûsiyê wekî mezinhêzekê di cîhanê de cudahiya di navbera wan de zor e.

Niha wekî serdema şerê sar nine ku şer cîhan dagirtibe, li Angola heya Kûba û ji vir ve jî heya Rojhilata Navîn dirêj bibe, yan di navbera du îdeolojiyên lîberalîzm û komonîzmê de be, belku Rûsiyê şanaseke îdeolojî nemaye, û şer nêzî sînorên Rûsiyê bûye. Her li Sûriyê ve bo Îran û heya digihîje Gurcistan û Okraynê. Ku wisa bû em nikarin çavnihêrê vê bin ku Rûsiye wekî mezinhêzekê bi hêsanî xwe bide dest. Lê di stratejiyê de Rûsiyê şiyana hêla rejîmên dîktator wekî Sûriye û Îranê nine!.

Pirs: Bi berçavgirtina hemû wan sinaryoyan, çiqas dikarin paşekêşê bi stratejiya Îranê di navçeyê de bikin, û di encam de guherîna rejîmê li pey xwe hebe?

Bersiv: Qonaxa rejîma Îranê ber bi paşekêşê ye. Niha ecêndayên derekî rû li şikestê ne, û di stratejiyê de jî şer dixin nava Îranê de, û hiloşandina vê rejîmê lê dikeve.

Pirs: Serbarê serdestiya Îranê di Sûriyê de niha bas ji paşekêşana Amerîka li Sûriyê û cihgirtina Fransayê baseke germ ya çavdêrên siyasî ye, xwendina we bo vê yekê çi ye?

Bersiv: Ez ne bawer im ku bi awayekî radîkal hemû hêz û şêvirmendên Amerîkayê ji Sûriyê bêne vekişandin, jiber ku taybetmendiya împeratoriyeta Amerîkayî cudatir e ji taybetmendiya împeratoriyên din, lewra dema ku çû nava her xakekê, zehmet e ku bi tewahî jê vekişe, lê ew cihgirtin çend biyavên wê hene.

-Biyavê dîrokî: Min jêve ye ku hinek bûyerên dîrokî hene, ku di demên cuda yan di cihên cuda de dubare dibin, û li gora encama piraktîzeya rêkkevtinameya Sayks-Pîko-Sazanov, Fransayê bûye xwediyê wilayeta şam (Sûriye û Lubnan îro). Taybetmendiya dagîrkeriya Fransayê (kulturî) bû, wate hewl dida ku kultur û zimanê Fransî bi ser van gelên ku têne dagîrkirin, bê belavkirin, lewra Firansayê kesên xwe hene, di nava Sûriyê de, eva jî dikare wisa be ku Firansa zêdetr ji rwşa civakî û siyasî ya di nav Sûriyê tê bigihîje, heya Amerîka.

-Amerîka dixwaze ku di piraktîkê de biselimîne ku hevalbendên wê jî dike şirîk di zêdexwaziyn xwe de, bi vî awayî rol dide hevpeymanên xwe yên Ewropî, û eva jî parvekirina hêzê ye.

-Dikare ku Amerîka ji diya xwe (împeratoriya Birîtanyayê) ezmûn wergirtibe, ku carna hejmoniyên wê bikeve ber zêdexwaziya Rûsiyê, lewra wekî Birîtanyayê, ew ciyê ku kêşe û rikeberî li ser heye, bi hevpeymaneke xwe tejî dike.

-Sedemek din ew e ku nexwaze dilê Tirkiyê hevpeymanê stratejiya xwe di pêxema PYD`ê de bêşîne, belku bi leyîzeke siyasiyane xwe ji vê leyîzê dûr dixe, yan renge jî Amerîka bixwaze ku şêwazeke nû bona rûbirûbûna Rûsiyê di Sûriyê de bi kar bîne.

Pirs: Di vê navberê de Tirkiye çi lê tê? Gelo zêdexwaziyên wê her wa domdar dibin?

Bersiv: Erdoxan siyasiyeke fêlbaz e, û bi başî ji girîngiya jeopolîtîkiya Tirkiyê dizane, niha Erdoxan dizane ku çawa bo berjewendiya Tirkan hem dîn bi kar bîne, û hem jî rikeberiya di navbera Rûsiyê û Amerîka bona pêkana berjewendiyên xwe bi kar bîne. Helbet serkevtinên Erdoxan beşek girêdayî vê rewta Kurdî ye, ku dijberiya Erdoxan dike, lê xwediyê stratejiyeke zelal ya neteweyî ya Kurdî nine!.

Berjewendiyên Tirkiyê wekî hêzeke NATO`yê û ya Firansayê jî wekî hêzeke din ya NATO`yê cuda, û heya qasekî jî ecêndayên wan jî nakok in di nava xaka Sûriyê de. Lewra Firansa ji her hêzeke din ya navdewletî zêdetir girîngiyê dide pirsa Kurd. Di vê yekê de, bicîhanîbûna pirsa Kurd ji aliyê Qasimlo ve, roleke mezin di rakêşana Firansayê bo aliyê pirsa Kurd hebûye, lê yek stratîj Tirkiyeya Erdoxanê îxwanî û Firansaya Rojavayî li dewra yek kom dike, ew jî dijberiya hejmoniya Îranê û rûxandina Esed û kêmkirina hejmoniya Rûsiyê di xaka Sûriyê de ye.

Pirs: Bi giştî ew guherînkarî çiqas di berjewendiya Kurd de dibin, yan hûn bandorên wê li ser pirsa Kurd çawa dibînin?

Bersiv: Min pê waye ku hekî em bêjin rewş ji bo Kurd baş nabe, û derfet nahê pêş, eva rastbêj û rasteqîne nîne. Kurd bixwe derfetan wekî hewce bi kar nahînin. Beşek ji hêzên Kurdî bûne dardestê Îranê, û bi tu şermekê fermanên Îranê cîbicî dikin.

Herçend ku Îran dixwaze gemaroya aborî bixe ser beşên Kurdistanê, û tevdanîkarî û terorê di başûr de bidomîne, lê ew kar tenê pêkutan û xwe hilkutana dawiya temenê wê ye, û li stratejiyê de rûxana Îranê tê wateya tunebûna rejîma herî tirsnak ya dijî Kurd, û heliyana bîra teng ya tewaw ya wan qelembi dest ên caş-bîr e, ku niha di başûra Kurdistanê wekî model û bi hevkarîkirina rasterast ya konsola Îranê di nava takê Kurd de belav dikin. Ez rûxana rejîma Îranê hetmî dizanim, ku ew yek jî sedî sed di berjewendiya Kurd de ye, û wan hizbên ku xwe pê ve jî girtine, di paşekêşe û aşbetalê de ne, ku ew yek jî kêmekê bêhnfirehiyê dixwaze.

Pirs: Kurd yan tevgera siyasî ya Kurd çawa dikare mifahê ji vê rewşê wergire ku pêk hatiye?

Bersiv: Tu dibe bixwe azadiyê bixwazî, ne eva ku tu bindestî û biratiya gelan û pêşkêşkirina Kerkûkê bi dagîkeran bixwazî, û li cem hêzên opozisyonê jî bîra neteweyî bi eyb û şerm bizanî, û bêjî ku modêla wê nemaye, lê piştre bêjî “Bo Amerîka nahê bergiriyê ji me bike, û azadiyê bibexşe me”!.

Çareseriya Pirsa krd tenê û tenê yekrêzî ye, lê hekî yekrêzî jî sernegirt, dibe ku hêzên neteweyî ên her çar perçeyan, mîsaqeke şerefê bi nihênî îmza bikin, û li ser çend xalan bo parastina berjewendiyên neteweyî, û egeran û bikaranîna derfetan li hev bikin, û netirsane li dema nêzîkbûna derfetan de bi bê guhdana bi ragehandinan, bi xafilandin, caş-bîran û alavên dest dagîrkeran di vê parçeyê de ku derfet jê wan re hatiye pêş tune bikin.!

Lê hekî dubendî her hebe, yekrêzî pêk nehê, û beşek ji hêzan her bawerî pê nehê kirin, û di derfetan de hemû deskevtekê bibexşin dagîrkeran, eva dehan derfetên din jî bêne pêş, wê ji dest bidin. Belkû dibe wek şoreşa rizgarîxwaziya gelên din bi xafilandun, mîkrobên navxwe ceza bikin, hekî ne, wê dîrokê hertim dubare bikin!.

Pirs: Kurdê Rojhilat û partiyên siyasî dibe çi siyasetekê berçav bigrin, ku di vê derfetê de bi qazanca wan bişkê?

Bersiv: Herçend rewşa opozisyona Kurdî di Rojhilat li Herêma Kurdistanê de li jêr gefa tirsnak ya terorkirinê de ye, lê sedî sed min pê waye ku pêşeroja wan ronahî ye.

Ez dixwazim ku bi eşkere bêjim, min hêviyeke wisa bi beşek hêzên Rojhilata Kurdistanê nine.

Jiber ku serbixwe nînin, ku ew yek gelekî tirsnak e bo niha û pêşeroja Rojhilata Kurdistanê. jiber ku hertim ji riyan wna ve ye ku aliyê din dikarin destêwerdanê di nava karûbarên vê parçeyê de bikin. Heta dagîrker jî faydê lê dibînin.!

Min jê ve ye ku PDKÎ wekî serekîtirîn hêza Rojhilat, dibe ku vê yekê yekalî bike, ku zêdetir ji asta hewce pêşmerge hebe, jiber ku em di Rojhilata Navîn de dijîn, û em Kurd in jî!!.
Pirs: Bi kurtî PDKÎ dibe ku li ser du bingehan kar bike?

-Di awayekî eşkere û di warê ragehandinê de, mîsaqeke neteweyî digel hinek ji hêzên Rojhilat îmze bike bo derfetan, lê bi hûrî bizane ku encamên vê mîsaqê çi jê şîn dibe.

-Di biyavê nihênî de jî, tewahiya egeran û pêşhatan, û derfetan di organa herî bilind de, bi nivîskî kom bike, û wisa danê ku mîsaqa yekem digel hizbên Rojhilat ser nagre, belku PDKÎ bi xwe kar li ser bike, bona vê ku hekî vebijêrka yekem ser negirt, eva PDKÎ bi xwe paketa duyem di ber dest de be, û piraktîze bike.

Dawî gotina we?

Bersiv: Girînge PDKÎ nûneratiyên xwe bi taybetî li Amerîka, Kanada, û Birîtanya, bihêz bike, û di asta navçeyî de jî, girîngiyê bide pêwendiyan, li gora serkevtina hêzên qonaxê û jeopolîtîkê! rewşê berçav bigre. Stratejiya faşîstî ya mezhebî-neteweyî ya rejêîma Îranê, bona şûştina bîra neteweyî ya takên Kurd e, û heta rejîma Îranê bi xwe hinek ji qelembidestên Başûra Kurdistanê jî bi kar tîne, gelo di asta vê pilana nû de, bizava neteweyî dibe ku kîjan rêkaran bigre pêş?.

Çawa bîra netewyeî ya Kurdî di warê teorî de, li gora qonaxê dadirêje, û bi piraktîka şoreşgerane jî xwe diselimîne!?.