Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Zanîngeha Werzêrî a Xozistanê: “Xendekarên Îlamî pirsgirêkan diafirînin”

16:40 - 12 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Serokê Zanîngeha Xozistanê daxwaz kiriye ku xwendekarên Kurd û Lur li Zanîngeha Werzêrî a Xozistanê nehên wergirtin.


Li gor nameyek ku hatî belavkirin ku Serokê Zamîneha “Werzêrî û Çavkaniyên Siroştî a Ramînî a Xozistan”ê bo Cihgirê Wezîr û Berpirsê Saziya “Senciş” şandiye, serperestê wê zanîngehê amaje bi vê yekê kiriye ku xwendekarên Kurd û Lur li parêzgeha Îlam, Luristan û Çarmehala Bextiyarî di wê zanîngehê de pirsgirêkan pêktînin û xwendekarên wan sê parêzgehan neşînin zanîngeha Xozistanê.
Serokê Zanîngeha Xozistanê, xwendekarên Kurd û Lur bi “fitneçî”, “afirandina pirsgirêk û bûyeran” anîn ziman û got: Xwendekarên wan sê parêzgehan pirsgirêkên weke ewlehî û çandî ji zanîngeha me re pêktînin.
Wî berpirsê zanîngehê daxwaz kiriye ku êdî xwendekarên Kurd û Lur ji bo wê zanîngehê nehên şandin.

20\'emîn Salvegera terora Dr. Şerefkendî û Hevelên wî