Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîr û çemd wezîrên din ên Sûriyê tevlî dijberan bûn

21:19 - 6 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Serokkwezîrê Sûriyê û Sê Wezîrên dewleta Beşar Esed tevlî dijberan bûn. Herweha tê gotin ku Wezîrê Darayî yê Sûriyê jî di dema revînê hatiye destbiserkirin.


Li gor raporan, Riyaz Hicaz Serokwezîrê Sûriyê îro Duşemî bi malbat ve derbasî Urdonê bûye.
Li gor rapora “Radiofarada”, wergirtî ji “Associated Press”, Sê Wezîrên din ên Sûriyê tevî Riyaz Hicab, Beşar Esed terikandin. Navên wan Sê Wezîran nehatiye eşkere kirin.
Hin berpirsên opozîsyona Sûriyê bi nûçegihaniya Firansa ragihandine, ku “Du Wezîr û Sê Rayedarên Erteşa Sûriyê” tevî Serokwezîr derbasî Urdonê bûne.
Encumena Nîştimanî a Sûriyê ragihandiye, Mihemed Celîlanî Wezîrê Darayî ku di halê cudabûn ji rejîma Sûriyê de bûye, ji aliyê hêzên Beşar Esed ve hatiye destbiser kirin.
Cudahiya Serokwezîrê rejîma Sûriyê derbek mezin ji rejîma Beşar Esed dixe.
Heya niha hejmarek zêde a Efserên Erteşa Sûriyê û dîplomatên Sûriyê di nerazîtî li hember komkujiya hevwelatiyên Sûriyê ji rejîma Beşar Esed cuda bûne û tevlî dijberan bûne.
Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê