
Mistefa Kazimî serokwezîrê Îraqê soz da malbata Hişam el haşimî ku dê tola xwîna wî ji wan bikujane hildin ku xeyrî Îraqî ne.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî, roja Înê 10 ê Tîrmeha 2020 an, serdana Jin û zarokê Hişam El Haşimî kir û di axivtina xwe de basê hindê kir ku Haşimî dostê wî yê herî nêzîk û kesayetiyekî naskirî û qehreman yê welatê Îraqê bû, her lwma terorîstên çepel cehd kirin ku wî, ji me û gelê Îraqê bistînin.
Kazimî got: Hişam tenê cehd dikir ku bi fikr û raman û gotinên xwe alîkariya hevwelatiyên xwe bike.
Mistefa Kazimî tekesî li ser wê yekê kir ku ew teror karê Îraqî yan nebû, Îraqî welatî û kesayetiyên welatê xwe nakujin. Lewma ezê tola xwîna El Haşimî hildim û herwisa ez nahêlim, bikujên wî bi keyfa xwe bjîn û bimînin.
Hewceyî bîr anînê ye ku Hişam El Haşimî, şirovekar û lêkoler û kesayetiyê naskirî yê Îraqî, roja Duşemiya hefteya derbas bûyî, li ber derê mala xwe, li bajarê Bexdayê kevte ber êrîşekî terorîstî û hate kuştin, dest bicî tilya sûçdariyê bo aliyê milîs û girûpên Îraqî yên girêdayî bi rejîma Îranê hate dirêj kirin.