Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş kes li ber deriyê girtîgeha “Êwînê” hatine binçavkirin

20:17 - 23 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Şeş kes ji endamên malbatên girtiyên siyasî ku roja Şemiyê li hemberî girtîgeha Êwînê kom bibûn, hatine binçavkirin. Du kes ji destbiserkiriyan bo girtîgeha Îtila’ata Spahê û herweha jinên destbiserkirî jî, bo girtîgeha Weramînê hatine veguhaztin.

Roja şemî 30’ê Xezelwer a sala 1394’an, hejmarek ji malbatên girtiyên siyasî li hemberî deriyê girtîgeha Êwînê kom bûn. Eva di demekê de ye ku kombûna han weke hemû rojên Şemî ên borî, bi merema bidûreçûna rewşa wan girtiya dihat lidarxistin ku, rewşa wan nediyar e.

Nawenda nûçegehaniya “DW” ji ziman çalakê siyasî Mihemed Nûrîzad ve eşkere kir ku, Riza Melek û Haşim Zeynalî piştî destbiserkirinê, ji girtîgeha Êwînê ve ber bi girtîgeha Îtila’ata Spahê hatine veguhaztin. Herweha Muhsin Şoca’i jî yek ji wan kesên destbiserkirî ye ku di girtîgeha Êwînê de ye.

Dayîka Omîd Elî Şinas, tevî du qutabiyên Mihemedelî Tahirî (Damezrênerê Alqeyên Êrfanê) bo bendîxaneya Weramînê hatine veguhaztin. Omîd Elîşinas ê çalakê medenî bi tometa sazan û çalakiya li dijî rejîmê û herweha bêrêziya bi rêberê rejîmê, bi 10 sal girtîgehê hate cezakirin.

Nûçeyên belavbûyî bas ji vê yekê dikin ku riftarên nebaş û tund tevî babê Se’îd Zeynalî hatine kirin.

Se’îd Zeynalî di pêvajoya nerazîbûnên xwendekarî de, roja 18’ê Pûşpera sala 1378’an hatiye binçavkirin, lê heya niha tu zaniyariyek derheq bi navbirî di dest de nine.