Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seûdî: Ger Îran bibe seda jinavçûna deverê, bixwe mezintirîn doraw dibe

16:25 - 6 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Wezîrê Derve yê Erebistana Seûdî dibêje bernameya navikî a rejîma Îranê gefek e li ser welatên Kendavê.
Wezîrê Kar û Barên Derve yê Erebistana Seûdî di axaftinekê de hêvî xwast ku rejîma Îranê arasteya siyaseta xwe biguherîne û di vê riyê de dever û Îranê jî biparêze.
Li gor nûçegihaniya “Royterz”ê, Wezîrê Kar û Barên Derve yê Erebikstana Seûdî duh Sêşemî di dawiya civîna Endamên Şêvra Hevakarî a Kendavê de, ragihand: Em nikarin bînin pêş çavên xwe ku rejîma Îranê bibe seba jinavçûna deverê, çimku ger ew yek biqewime, rejîma Îranê bixwe mezintirîn zirarmend û doraw dibe.
Navbirî herweha hêvî xwast ku rejîma Îranê pirograma navikî a xwe rabigre û di wî warî de baweriyê bide welatên deverê.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê