Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva berbasbûyî li Şamê şerrek giran qewimî

13:41 - 25 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Şeva derbasbûyî li Şamê şerrek giran di navbera hêzên rejîma Beşar Esed û Ertêşa Azad a Sûriyê de qewimî.


Kanala gihandina zanyariyan a Sûriyê a girêdayî dijberên rejîmê ve ragihand, şeva derbasbûyî di şerrek giran de di navbera erteşa Sûriyê û Erteşa Azad a Sûriyê de li navbeda bajarê Şamê çêbû 103 kuştî jê bicih man.
Li gor rapora han ew şerr li şeqama Bexdayê çendîn demjimêran dewam kir.
Tora Mafên Mirovan a Sûriyê hejmara kuştiyên wî şerrî 103 kes ragihandine.
Dijberan hin wêlneyên cu bi cur ji wêraniyên ku Erteşa rejîmê bi taybetî li Helebê pêk anîne belav kirine.
Dijberên rejîma Esed ragihandin ku her roj li deverên Helebê hin taxên bajar tên gullebarankirin û wêrankirin.