Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva helbestan bi boneya 3’mîn salvegera damezrandina Navenda Wêjan hat lidarxistin

16:27 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 3’mîn salvegera damezrandina Navneda Wêjan, ji aliyê navenda han ve şeva helbestan ji 2 helbestvanên Kurdistana Îranê re hat lidarxistin.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 28’ê Tîrmeha 2012’an, navneda çandî, edebî û hunerî a Wêjan di dirêjiya kar û çalakiyên xwe de û bi boneya sêhemîn salvegera damezrandina xwe de şevek helbestan ji 2 helbestvanan, birêzan “Nahîd Husênî” û “Eyaz Xûnsiyaweşan” pêkanî.
Di vê şeve helbestan de hejmarek hogir û alîgirên edeb û helbestan û endamên Komîteya Birêveberî a Anvneda Wêjan amade bûn.
Di destpêk de helbestvan “Nahîd Husênî” bi pêşkêşkirina çend perçe helbestan, beşdarbûyên korra han xistin nava xeyalên helbestên xwe û rewşaek taynetî pêkanî.
Duyemîn helbestvanê beşdarî şeva helbestan “Eyaz Xûnsiyaweşan” bû ku bi xwendina çend perçe helbestên xwe, evînek xist nava korra beşdaran û keziyên xeyalên guhdarên xwe bi penceyên helbest û hizran şe kir.
Şeva helbestan di rewşek semîmî û helbestvanane de piştî demjimêrekê bidawî hat