Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şevitandina daristanên rojhilata Kurdistanê

02:09 - 9 Îlon 2012

Moitesem Nûranî

H emû salekê bi hatina demsala germê, bi sedema şevat û giringînedana karvançî, şivan û rêvîngan ve, beşek zaf ji daristan û çêrgeh û xwezaya Kurdistanê ji nav diçin.

Bi rastî jinavçûna çêrgeh û daristanên Kurdistanê bi wateya jinavçûna samanên xwezayî ên Kurdistanê ne. biniya çiyayê Zagrosê bi hemû cur şînahî û daristanekê hatiye dapoşîn, bi avayekê ku nêzîk bi 1800 cur dar têde şîn dibin ku taybet in bi derdora çiyayê Zagrosê, darên weke Darberû, Gûz, Badam, Dareben, Hirmî, Rez û hemû cure dareke kîvî. Di beşek zaf ji sînorê Turkiye û Îranê de, û herweha bi dirêjahiya sînorê navbera rojhelata Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de ev darên han dikevin berçavan. Dr. Qasimlo di Pîrtûka Kurdistan û Kurd de, amajê bi rewşa çêrgehan Kurdistanê dike û dinivîse ku %32 ji axa rojhelata kurdistanê bi çêrgehan ve hatiye dapoşîn û xemilandin. Herwek em dizanin ku derdora çiya û daristanên kurdistanê xwedî av û hewayek paqij û sazigar in, xelkê derdora lêrewaran jî li rewşek baştir de ne, di warê saxlemiyê de heya xelkê bajarên ku nawenda pîşesaziyê ne, û tijî ne ji dûkela tirimbêl û karxaneyan. Çûnkî daristanan çend taybetmendiyên taybet bi xwe hene û weke fîltêra hewayê, derdora xwe paqij dikin, CO2’ya derdora xwe hildimije, û gaza O2 ji xwe dide der, û herweha ji lezî û tundiya ba û tofanan kêm dike. Mixabin hem di dema şerê 8 sale di navbera Îran û Îraqê de, û hem jî piştî şer bi hêceta evê ku lêrewarên kurdistanê sitargeha hêza pêşmerge ne, rejîma Komara Îslamî başek zaf ji wan çêrgehan ji rêya topbaran, şevitandin û birrînê ji nav birin û herweha ji aliyê din ve hişkesaliya berdewam di çend salên derbazbûyî de, zirarek zaf gehandiye xwezaya kurdistanê.

Hilkevta cuxrafîya Kurdistanê bi avayekê ye ku, abûrî û jiyana piraniya xelkê Kurdistanê,


pêywendiyek qahîm û rasterast bi jîngeha Kurdistanê ve heye. Rewşa xweza û helkevta cuxrafiyayî a kurdistanê ji bakûr ve heya ku ber bi başûr ve diçe, bi awayekê ye ku hem di warê nasîna çiyayan û hem jî di warê nasîna av, şînahî, û daristanan ve peywendiyek qahîm bi hevre hene û xweza û jîngeha Kurdistanê digel jiyana kurd hatine têkelkirin.

Pêvajoya şevitandina daristanan di du sê salên derbazbûyî de ber bi zêdebûnê ve diçe, bo mînak li gor gotina berpirsyarê beşa çavkaniyên xwezayî ên Kurdistanê, di despêka sala 1390’an de heya niha pitir ji 570 caran şewat ketiye nav lêrewar û daristanên Parêzgeha Kurdistanê û bûye sedema zirarên zaf ên xwezayî. Bitaybet piraniya şevatan ji herêmên sînorên Merîwan û Sewlawa rû dane, ku eva jî cara yekemîn nine şevat dikeve nava wan daristanên Merîwanê de. Herêmên din jî li Parêzgeha Îlamê heya digîje çemê Eres ji şevatê bêpar nebûne. Di salên derbasbûyî de take hêceta Komara Îslamî ji bo şevitandina daristanan, hebûna hêza pêşmerge bû, lê niha pêşmerge tunine, lewma derdikeve ku Komara Îslamî digel Kurd û jîngehê dijberiyê dike û serbarê şevitandina daristan û lêrewaran, vê care Gola Merîwanê (zirêwer) jî jehir dike, û dixwaze bi vî awayî dijberiya xelkê Kurd bike.

Xelkê Kurdistanê dixwazin bizanin ev kê ye ku karek weha xirab û şaş dike da ku bikarin bigirin û cezayê jêre diyarî bikin,lê Komara Îslamî derheq şavitandina daristan û lêrewarên Kurdistanê de ne tu kesî digire ne jî tu kesî siza dide.
Lê niha eve cihê tekezê ye ku di dema berewaniya hêza çekdar a pêşmerge de, maşîna şer a Komara Îslamî xwe digehand bilindahiyên Kurdistanê, lê niha serbarê teknolojiyên serdem û îmkanatên pêşketî, tu hewlekê li dor wemirandina şewatê di daristanên Kurdistanê de nade. Bêguman destê kirêgiretiyên rejîmê di agirberdana daristanên Kurdistanê de heye û roj niye ku di herêmên sînorî de kasibkarên kurd nedin ber gulleyan û şehîd nekin.

Lewma dibêjim hekî nifşa derbazbûyî li hember êrîşa leşkerên dûjmin de singê xwe dikirne mertala gulleyan û berevanî ji man û hebûna xelkê Kurd dikirn, dibe nifşa îrorojê jî, weke erkek netewî û nîştimanî pêşiya şevitandina xwezaya Kurdistanê bigrin, û jîngeha Kurdistanê biparêzin.

Erkê dezgehên ragehandina Kurdî ye ku li warê jîngeparêziyê de, pirsa şewitandina daristanên Kurdistanê, weke mijarek girîng û heyatî bînin ziman û civaka xelkên Kurdistanê ji karesatek weha tirsnak haydar bikin.