
Roja Çiwarşemî, 21`ê Reşemê, Saziya Rêporterên Bê Sînor,bi hilkvta “Roja Cîhanî a berekanî digel sansor a Saybêrî ku roja Pêncşemî, 22`ê Reşemê deye, lîstek ji binkeyên hikûmetî û ne-hikûmetî ku, reştirîn karname di tepeseriya sayberiyê de hene, belavkiriye.
Pêka lîstê wê saziyê, ev navendên ku ji teknolijiya dicîtal bona sîxurî û azardana Rojnamewanan, mifahê werdigirin û bi wî awayî, derbe bi agehdarbûna welatiyan ji rewşa nûçegihaniyê dixin.
Saziya Rêportyerên Bê Sînor ragihandiye ku ew 20 navend, “Gefeke aşkira ye li ser azadiya hizir û axaftinê, ku 19 bend yên Carnama Cîhanî a Mafê Mirov, tekez li ser kirine, afirandiye.
Saziya Raporterên Bê Sînor, di wê rapora xwede, basa rejîma Îranê bi taybetî li ser “Şêvra Bilind a rewşa mecazî” kiriye.
Saziya Rêporterên Bê Sînor tekez kiri ku: “Li Îranê, ji qutkirina Înternetê bi qasekî berçav bona kontrolkirin û tepeseriya nerizayetiyan de mifahê verdigire û herwisa ji kêmkirina qasa şandin û belavkirina zaniyariyan yên serbixwe ku rejîma Îranê wan bi “dijî şoreş û fitneçî” binav dike, mifahê verdigire”.