Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Şêwira Bilind a Îranê” cezayê darvekirinê li girtiyekî din ê kurd birî

19:59 - 15 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Şêwira Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî yê kurd Riza Melazade pejirand û niha di metirsiya darvekirinê de ye.
Riza Melazade, temen 25 saliye û ji gundê Aşnak a Selmasê ye. Melazade sala borî di geşta ji bo bajarê Pawe yê rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê ve hat binçavkirin.
Navbirî ji girtîgeha Kirmaşanê re hat şandin û ji wê demê heya niha tevî bidîvdeçûna malbata wî, tu zanyariyek li ser wî nezanîbûn.
Heftiya borî Riza bi riya telefonê malbata xwe ji rewşa xwe agehdar kir.

Li gor nûçegihaniya Hirana, Ehmed Melazade, bavê wî girtiyê siyasî gelek caran ji aliyê îdareya Îtilaata Selmasê ve hatiye gazîkirin, gef lê hatine xwarin û ger li kurê xwe bigere, wê pêşerojek nebaş li benda wî be.