Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seyîd Ehmed Xatemî bêt? niqîze ken bila bêt

20:09 - 15 Nîsan 2012

Ceifer Mubeşirniya


Seyîd Ehmed Xatemî got ku hicab tenê bigre û girêde nine, gerek bi dilve be û bibe çand û têkeve derûna xelkê de.

Vêca ew mabû ku Seyîd Ehmedê ser conega ji kincên xelkê biguman be, û here nav lingên xelkê de û bêhn bike û bizane ka rewş çawaye. Herweha navbirî got ku erkê me tenê avakirina axiretê nine, belkî çêkirin û darêtina bernameya jiyanê li ser erdê ye.

Weke dixuye seyîd Ehmedê ser conega ji horiyan bêxiyal bûye, lewma dixwaze horiyên Tehranê bi hicabê bipeçêve ku kes nebîne. wî got: “Hicab hukmê xwedê ye” bi gotinên şeqle peqle û teqle meqle û ez emînê namûsa xelkê me heya ku xwe vezelîne “aliyê çepê ber biniyê, şe û neynûk kîskê xenê, ramûsana ser kaniyê” vêca bêje şeytan jî milyaketek xwedê bûye û demekê em biçin bal wî.

Hey xwedê nav kiloxê te dayî, xwezî ez pişt te bam û tereşivikek dara sinciyê jî destê min de ba “hey gayê cotî”.

758.jpg


Xamneyî bêt? Bila destê Nesîrcan bigre û bêt


Xamneyî sala 1391’an a Rojî wek sala “berhemanîna millî û piştevanî ji sermayeya Îranî” navdêr kir.
Hucetulîslam Nesîr Nîknijad jî di nava endamên Saziya Teblîxa îslamî a parêzgeha Tehranê de got: Sala ku ji aliyê Xamineyî ve wek sala berhemanîna millî hatiye binavkirin, pirr pîroz e, û emê wê gotinê bilind binirxînin. Lê demek pêçû û di axaftina xwe de gemjeyiya Xamineyî eyan kir û got, me hewcehî bi berhemanîna hizr û zanîn û ramanên nû heye.


Way te goooooooot!!!, walla Nesîr nizanim ku te bixwe fêm kiriye yan ne, ku we hewcehî bi aqil heye!!, ne berhemanîna sermayê. Lê wusan nabe canê min, a ku Xamneyî dixwaze, pere û xwarina sermayeya xelkê ye, a ku tu dibêjî pirsek pirr girîng e, lê ger ji bilî min kesek din bi Farisî Xamineyî tê bigîjîne, ku te çi gotiye, yan serê te yê bibe goriyê simbêlên axa, yan jî tu wê bihêy kêleka min û niqurçkên xwe ji dûr ve, teniştên wî bidî.
Lê tu ne ew kesî ku te fêm kiribe te çi got, gerek yek li pey dêla we be, û we niqîze bike û bêje we, ohooo Hêstira şemboz te bêhn berda”.
757.jpg