Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seyîdriza Dirûdger

13:20 - 16 Adar 2015

Rêzdar Seyîdriza Dirûdger: “Şehîdkirina Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî, û rizgarbûna pêşmergeyên PDKÎ ku di dema kîmyabara Helebçeyê de asê mabûn, ji bîreweriyên xweş û nexweş yên min in”.

Rêzdar Seyîdriza Dirûdger kurê Seyîd Ebdullah naskirî bi seyîd Ubeydullah roja 05.02.1326 (1947)’an di malbateke ayînî li bajarê Pawe de tê dinê. Seyîdriza serbarê vê ku di malbateke desteng û dartaş de hate dinê, lê diçe xwendingehê û qonaxên xwendinê bi serkevtin ve li bajarê Pawe û Kirmaşanê bi dawî tîne, heya ku “fewq dîplom”a xwe werdigre. Piştre diçe xizmeta leşkeriyê û li Kerecê dewreya “Spaha Terwîcê” dibîne. Piştî bidawîanîna dewreya xizmeta leşkewriyê li sala 1348 (1969)’an di banka “Şîrketa Te’awinî ya Keşawerzî” ya bajarê Pawe de dest bi kar bû. Hêjayî basê ye ku du birayên wî bi navên şehîd Mensûr û şehîd Re’ûf di refên PDKÎ de şehîd bûne.

Navbirî derheq nasyariya xwe digel PDKÎ û tevlîbûna bi refên PDKÎ re weha dibêje: “Di sala 1357 (1979)’an ku şoreşa gelên Îranê dest pê kir, ez berpirsê bankê bûm. Hevdem min beşdarî di xwenîşandanan de dikir û hevahengî jî digel dijberên rejîma wê demê dikir. Di bereberê bi encam gihîştina şoreşê, hilbijartin ji bo şêvra bajarê Pawe hatin kirin. Min jî xwe berbijêr kir, û min deng jî anî. Berpirsayetiya di bankê de û endametiya di şêvra bajar de, û aloziyên navxwe yên Îranê, hevdem bûn digel xebata eşkere ya PDKÎ, wate mîtînga Mehabad û Bokanê.

Diyare min pêştir ji riya Yusif Kerîmzade û rehmetî Qazî Mihemed Ensarî ve, min PDKÎ nasîbû. Piştî bilavbûna dengê xebata eşkere ya PDKÎ min digel hevalên xwe Ebdulla Behramî, Hemexan Morowetî, Hadî Husênî, Fereydon Mîtran, Mistefa Husênî û Mihemed Weledbêygî û çend kesên din, me binkeyek wek Deftera Nûneratiya PDKÎ di pawe de vekir. Piştre ez û Ebdulla Behramî û Hemexan Morowetî û Fereydon Mîtran, em hatin bo mîtînga Mehabadê, û bo yekem car em digel Dr. Qasimlo nasyar bûn.
Li wir biryara avakirina binkeya PDKÎ bi fermî hate dan, û piştî vegeriyana me bo Pawe, Qazî Mihemed Ensarî ku berpirsê Partiya Restaxîz bû li Pawe, deftera partiya xwe da me, û bi awayekî fermî me kire deftera PDKÎ li Pawe.

Navbirî derheq bîreweriyên xweş û nexweş ên xwe weha dibêje: “Xeynî şehîdkirina Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî ku derbeke mezin bû ku li PDKÎ li Kurdistana Rojhilat ket, û bîreweriyên min yên herî nexweş in, lê bîreweriyeke din ya xweş û nexweş di jiyana pêşmergatiya min de ew e ku: Helebçe hate kîmyabarankirin, û zêdetir ji 850 pêşmergeyên PDKÎ bi malbatên xwe ve, ketin dorpêça Îran û Îraqê, û hêzên Kurdistanî. Ez cihgirê Komîsyona Siyasî-Nizamî bûm, û bi bihîstina vê nûçeyê gellek nerehet bûm, û ez wê bîreweriyê wekî roja herî nexweş ya jiyana pêşmergatiya xwe dibînim”.

Piştre navbirî zanyariyên zêdetir di vê derheqê de dide me: “Dr. Qasimlo bangî min kir û got ji ber ku pêştir li Şaho û Hewraman te berpirsayetî hebûye, û te nasyarî li ser wan herêman heye, here alîkar be bo rizgarkirina wan. Min got ez 2-3 kesên taybet dixwazim, Dr. Qasimlo got ku tu hez dikî ku kî bibî, bibe. Min jî Mihemed Weledbeygî û du kesên din bi xwe re birin, û ez çûm binkeya Silêmaniyê, ku berpirsê wî Xefûr Hemzeyî bû. Min daxwaz jê kir ku min bibe cem berpirsyarên wê herêmê. Em çûne cem “Nawenda Firqe” li “Seraya Subhan Axa” di navbera Erbet û Seyîd Sadiq de. Piştî vê ku em gihîştin wir, û me halê hevûdu pirsî, navbirî soza alîkariyê da, û me wisa bernamerêjî kir ku ez herim ser cihekî bilind, û bi berpirsyarên hêzên pêşmerge re li pêwendiyê de bim. Hevdem min pêwendî digel Xefûr Hemzeyî hebe, ku li “Nawenda Firqe” de ye, û Xefûr jî berpirsê Firqeyê ji rewşa heyî agehdar bike, û ew jî hêzên Arteşê li sînorê Helebçeyê agehdar bike ku bi topbaran û bi firokeyan li hêzên PDKÎ nedin.

Şev hat û bi hevahengî ve hêza me dest bi meşê kir. Şeveke tarî bû, û hêzên me tu cihek nedidîtin, min jî berpirsyarên pêwendîdar hemû agehdar kirin ku hêzên pêşmerge li ber tarîtiya zêde, tu tiştî nabînin, lewra arteşa Îraqê pêşberî hêzên pêşmerge ronahî kirin, û bo sibehiyê, hêz gihîşte nêzî arteşa Îraqê, û bi vê nîşana ku me digel berpirsyarên firqeyê danîbû, wate bilindkirina destmala spî û camaneyan, me yektir nasî, û bi xweşî ve tewahiya pêşmergeyan rizgar bûn”.

Navbirî derheq jiyana hevbeş weha dibêje: “Di Rezbera sala 1357 (1978)’an de, min digel Şikofe Mistefayî ku di malbateke demokrat û demokratperwer de mezin bibû, min jiyana hevbeş pêk anî, û berhema jiyana me jî sê zarok in, zarokê me yê yekem bi navê Şoreş, pizîşkê pispor e li karûbarên zarokan li Brîtanyayê, û zaroka duyem keça min e bi navê Şine Dirûdger ku lîsansa derûnnasiyê heye û mamosta ye li xwendingeha “Rojhilat” ya PDKÎ, û zarokê me yê sêyemîn navê wî Şikar e, û xwendekarê sala sêyem ya beşa pizişkî ye li zankoya Selahedîn li Hewlêrê.

Navbirî bi vî awayî peyama xwe ji xelkê Kurdistanê re dişîne: “Hemû mirovên xwedî vijdan û hemû welatên cîhanê agehdar in ku çi zulm û stemek bi ser Îran û bi taybetî Kurdistanê de zal e. Bi hezaran kesî bi bê tawan di girtîgehan de hatin şehîdkirin, û serbarê vê yekê jî hêşta xelk neçûye jêr barê rejîmê û xebata xwe domandiye. Lewra ez spasiya xwe û hemû hevçeperên xwe pêşkêşî wî xelkî dikim, û dibêjim ku roja nemana Komara Îslamiya Îranê nêzîk e, xweragir bin, û herwisa xwe bi beşdar dizanim di wan hemû xem û kovanên ku bi ser wan de hatiye. Ez piştgiriya wan dikim û hêvîdar im ku PDKÎ û hemû partiyên siyasî jî, di pêşerojê de xelata wan bedbextiyên ku hatine serê wî xelkî bidin.