Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Silêman Sabirî

12:51 - 29 Kanûna pêşîn 2013

H: Rehîm Gergulî

Silêman Sabîrî naskirî bi Silêman Kize, kurê Xidir sala 1348’an (1969) li gundê Nerzîwe ya ser bi bajarê Şinoyê hatiye dinê.
Silêman weke hemû zarokên din ên Kurdistanê bi hêvî û eşq ve diçe xwendingehê û dest diavêje xwendinê, lê her di despêkê de bi sedema destengî û hejariyê nikare dirêjiyê bi xwendinê bide û tenê salekê dixwîne, lê di dema pêşmergatiyê û di nava refên PDK Îranê de kariye ku 4 salên din li qonaxa despêkî a xwendinê derbas bike.

Sileman Sabîrî derheq nasyariya xwe û PDK Îranê weha dibêje: “Temenê min 17 salî bû û ez mijûlî karê şivantiyê bûm û bo cara yekemîn ji rêya Radyo Dengê Kurdistana Îranê ve û bi xasmanî bi dengê Ehmed Şêrbegî min PDK Îranê nas kir, û hesta min a netewî hate bizavtin. Lê birayekî min jî bi navê Kerîm endamê nepenî yê PDK Îranê di hindurê Kurdistanê de bû ku mixabin di dema birêvebirina me’mûriyeta hizbî de hate girtin û piştî sê salan di 22.05.1392 (1983)’an di girtîgeha Urmiyê de hate bidarvekirin”.

Silêman Sabîrî herweha tevlîbûna xwe bi refên Pêşmergên PDK Îranê re weha tîne ziman: “Sala 1365’an(1986) bona pêşmergatiyê ez du caran çûme nava hêza Kêleşîn de, ku wî çaxî Omer Hamidî berpirsê komîteya şaristanê bû, lê bi sedema vê ku min nexweşiya Diyabêtê hebû û pir lewaz bûm, gotin ku Silêman nesax e û wê bimire, lewra ez nehatim wergirtin, lê cara seyemîn çûm û min xwe bi hêza Qendîl nasand û ji aliyê fermandê hêzê Seyîd Resûl naskirin bi Seyîd Resûl Çûke ve hatme wergirtin û piştî du heyvan bo Fêrgeya Siyasî - Nizamî hatme şandin û di dewreya 30 de min perwerdeya siyasî û leşkirî dît”.

Silêma roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Her rojekê ku pêşmergan emeliyat dikirin û şehîd nedidan roja xweş a jiyana min bû, lê roja her xweş ew bû ku em li baregehên partiyê li Mame Xetîb bûn ku Dr. Qasimlo hat û civînek bo pêşmergan pêk anî, di civînê de got ku ezê herm derveyî welat û bi hêviya xwedê vê carê ezê bi destek pir ve vegerim, lê mixabin çû û tu car venegeriya”.

Di hember de roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman : ”Roja şehîdketina herdu rêberên partiyê wate Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî rojên herî nexweş ên jiyana min in, jiber ku ez pir nerihet bûm ev du serkirdeyên mezin ji Kurdan hatine sitandin. Herweha rojên ku heval yan jî hevçeperên me ku heyamên dûr û dirêj ên pêşmergatiyê me bi hev re derbas kiribûn, dihatne şehîdkirin pir newxeş bûn û nahên jibîrkirin”.

Silêman Sabîrî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje : “Sala 1384’an (2005) min û Amîne Rehman a xelkê Diyana hevdu nas kir û piştî heyamekê û di heman salî de li Nawenda Sê ya Kurdistanê (Cêjnîkan) me jiyana hevpar pêk anî”.
Silêman rû li xelkê Kurdistanê dike û dibêje: “Komara Îslamî bi eşkere li Kurdistanê madeyên hişber belav dike, lewra daxwazê ji xelkê Kurdistanê bi taybetî dayîk û baban dikim ku nehên xapandin û haydarî zarok û malbatên xwe bin da ku nekevin telika madeyên hişber (ê’tiyadê) de”.
Silêman Sabîrî dibêje: “Hêviya min tenê serkevtina partiya min PDK Îranê ye, jiber ku encama serkevtina wê, rizgariya gelê Kurd di Kurdistana Rojhelat de ye”.