Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Silêmanî/Qazî Mihemmed di nav dilê xwendewar an de

13:50 - 3 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Dersxwanên dibistana destpêkî a “Pêşawa” li Silêmaniyê, bi kincên taybet ku wêneya Qazî Mihemmed li ser hatine nexişandin, diçin bo xwendîngehê.

Li gorî raporta malpera Kurdistanmedia, berpirsên xwendingeha destpêkî a “Pêşawa”li Silêmaniyê, cilên dersxwanên xwe bi wêneya Qazî Mihemmed, nexişandin.

11291.jpg

Saman Salih Kerîm, berpirsê xwendîngeha sertayî a “Pêşewa” di peywendiyeke telefonî de ligel peyamnêrê malpera Kurdistanmedia,ê ragihand: “Dersxwanên wê dibistanê ku ji sala 1988’ve hatiye avakirin, ji sala 2013’ve heya niha zarokên dibistana“Pêşewa, “bi wan kincane bo dersxwandinê amde dibin.

Saman salih di dirêjeya gotinên xwe de bas ji keseyetiya mezin a Qazî Mihemmed, rêberê şehîd ê komara Kurdistanê di Kurdistana Rojhelat de kir û got: Rêveberê dibistana “Pêşewa” bi armanca rêzgirtin bo Qazî Mihemmed, wek erkeke neteweyî, hewleke han dane”.

Kawe bavê yeke ji dersxwanên dibistana Pêşewa, ya bi navê Şaniya, di wê peywendiyê de, nexşandina wêneya Qazî Mihemmed, bi ser kincên taybet yên xwendewaran, bilind nirxand û got:“Rojane 4 car wêneya Qazî Mihemmed li ser dilê kiça min cih digre ku ez bi vê yekê şanaziyê dikim”

Dibistana “Pêşewa” sala 1988’ li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, di taxa Biranan (Reaye)a wî bajarî de hatiye avakirin.

11293.jpg
Hejmarek ji dersxwanên dibistana Pêşewa


Kurtiyek ji jiyana Pêşewa Qazî Mihemed

Qazî Mihemed jî ku di sala 1900’î di vê malbata qedirgiran de ji dayîk bûye, her li destpêka ciwaniya xwe de hizr û hesta nîştimanperweriyê têde xurt bûye, pir hez ji xwendina zanista kevn û taze hebûye û gelek zû di vî warî de xwe pê gehandiye, û gelek cehd kiriye ku zimanên biyanî ji hîn be. Ji bilî zimanê Erebî, Farsî û Kurdî, tevî zimanê Fransî, Îngilîzî û heta qasekê Rûsî jî nasyarî hebûye.

Qazî Mihemed piştî mirina bavê xwe bûye dadwer li bajarê Mehabadê. Li ber hezkirina zaf bi karê çandî û pêşdebirina zanist û agahiya xelkê, di salên beriya sala 1941’an û piştre jî bo yek du salan berpirsyariya îdareya çandê ya bajarê Mehabadê li girtiye stûyê xwe, û xizmeteke zaf ya çandî kiriye. Li dema berpirsyariya wî de, yekemîn xwendingeha keçan li Mehabadê hatiye vekirin. Her di vê derheqê de tevî zaf ji xwendekar, rewşenbîr û mamostayan de pir nêzîkatî hebûye.

Qazî Mihemed rêz û hurmeteke xasmanî ji bo damezirînerên Komeleya J-K (Vejiyana Kurd) hebûye. Di çend salên dewrana bê hikûmetiyê de jî yanî salên 1941-1945’an ku Komara Kurdistanê pêk hatiye, di birêveçûna karûbaran de, û bitaybetî di çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên eşîreyan de roleke berçav hebûye. Gelek ji demezirînerên J-K’ê rawêj û hemşêvirî tevî Pêşewa Qazî Mihemed kirine, û gelek jê hez kirine, û zor hewil didan ku ew bibe endamê “J-K”ê. Gelek ji pirs û arîşeyên karî ên rojaneye xelkê li dîwana wî de ku jêre digotin “Mehkeme” dihatne çareser kirin.

Qazî di ditîngeha nûnerên biyaniyan ve jî ku wê demê welatê Îranê di navbera xwe de parve kiribûn, rêz û hurmeteke taybetî hebû. Her kes çûye Mehabadê, cehd kiriye berî her kesekê wî bibîne. vexwandina wî ji bo Yekîtiya Soviyetê her di vê derheqê de bûye, ku bi şandeke mezin re çûye Bakûyê. Qazî Mihemed ku bû endamê “Komeleya J-K” û navê nepenî yê Bînayî jêre hate diyarî kirin, hêviyek zêdetir xiste nav dilê gel de.

“Necefqulî Pêsyan” axavtinên Pêşewa li dadgehê di çend hevokan de kurt dike û dinivîse: “Li dema dadgehî kirinê de Qazî Mihemad êrîşê dike ser siyaset û kiryarên dewleta Tehranê û digot: “Ez di kuncê girtîngehê de dengê xwe bi dijî dewleta Tehranê û serokên wê bilind dikim û dibêjim hûn gunehbar in ne em, we welatê me dagîr kiriye”. Rojnamevaneke din bi navê Silêman.X di nivîsên xwe de dibêje, Qazî got: “Tevahiya wan serpêhatî û bûyerane encama siyaseta dagîrker ya dewletê ye. Ger dewlet hemû Kurdan bi xayîn dizane, bila ji Kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigirne destê xwe”.
Di şirove, belge û rojnemeyên Yekîtiya Soviyet a berê de gelek tişt di derbarê vê mijarê de hatine nivîsîn û ji zimanê Efserên Îranê ve bas dikin ku Qazî gotiye: “Ev bûyerane di encama vê çendê de bûye ku we bi xwe Qanûna Bingehîn binpê kiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşde dibim û tu hêzeke biyanî haydarî min nebûye. Bêparbûna gelê Kurd ez ji bo birêvebirina wan kar û xebatan han dam.”
Dema ku serokê dadgehê wî bi îxanetkar gunehbar dike, di bersîvê de, Pêşewa dibêje: “Wira mala min e, axa Kurdistanê axa bav û kalên min e, ez çawan dikarim dest ji welatê xwe berdim.”

Ger yekemîn mehkeme di 19’ê meha Janviyê de dest pê kir û çend rojan dom kir û biryara Îdama Qaziyan da, mehkema duyemîn di 28’ê Marsa 1947’an yanî 7’ê Xakelêweyê dest pê kir û roja 30’ê Marsê dawî pê hat.