Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simayîl Ercûmendî: Pêşmerge armancek ji pêşiya wî ye ku ew armance, amanca wî xelkî ye.

20:05 - 24 Îlon 2012

Hevpeyvîn: Qadir Peyrewî


Ez simayîl Ercûmendî kurê Kerîm di sala 1347’an li gundê Sêwe Simaqa ser bi bajarê Şinoyê ji dayîk bûm. Ez her wek zarokên dinê çûm bo debistanê, heta pola yekê a paşnawendiyê min ders xwend.

Malbata me malbatekî hizbî bûn. Mameke min pêşmerge bû ku mixabin şehîd bû.
Sala 1363’ê piştî şehîdbûna mamê min, ez hatim nav refên şoreşê û bûm pêşmerge.

Dema xebata hizba demokrat bi aşkeray hate rageyendin, piştî demekî kêm rejîma xomênî êrîş kire ser Kurdistanê, êdî zulm û zoriya rejîmê dest pêkir û Kurdan çi mafeke xwe di wê rejîmê de bidestve neanî, seba vê zulm û zoriyê ez hatim bo nav şoreşê heta xwestên xwe û gelê xwe bidestve bînim.

Eva rastî ew e ku sextî ji jiyana pêşmergatiyê de zor in, eva ku dibêjin hizbayetî yanî sextî di warê jiyanê, sextî di hereketê, sextî di şoreşê de zor in, ji ber wê hinde em sextiya dikişînin ku xweşiyê bi dest bînin.
Eva ku em xebatê bo dikin armanca paşeroja em ye.

Dema em berev rûyê rejîmê dibûn, zor car hevalê me li qerax me şehîd dibûn, hestek wisa di min de pêk dihat ku heta ez mabim rêya wan şehîdan vala nehêlim.

Xelk û pêşmerge di rastî de yek in, yanî yek armanc, û yek bîr û bawer hene. Pêşmerge armancek ji pêşiya wî ye ku ew amance, armanca wî xelkî ye.

Lewra pêşmerge xweştewiyê xelkê ye, û xelk şanazî yê bi hebûna pêşmerge dike. Bi kurtî bername û pirogiram û armanca wê hizbê xastekên xelkê ne, ev hizba di nav dilê wî xelkî de ava bûye, ji ber vê hindê hergav xelk pişt û penaya me bûne.

Ez sala 1363’an bûme pêşmerge, sala 1366’an bûme hevkarê kadir, sala 1367’an dewreya destpêkê a kadriyê dît, û bûme kadir. Herwisa çar salan ez bêsîmçî bûm.

Sala 1370’î de mîna kadrê teşkîlatî kar kiriye. Sala 1372’an pileya derece sê min wergirt.

Sala 1372 heta 1377’an ez endamê komîte şaristanê û heyeta îcrayî bûm. Herwisa cîgir tîp, kumîsrê deste, û pişka teşkîlata eşkere bûm.

Di jiyana pêşmergatiyê de zor xweşî û nexweî têne ser rê, û ji ber wê hindê bîranîneke xweş û nexweş ezê ji we re bas bikim.

Di jiyana pêşmergatiyê de zor caran radiyoya dengê Kurdistana Îranê nûçeyên şer bilav dikirin, gelek caran nûçeyên nexweş bilav dikirin ku me şehîd hene, eva bîreweriyên herî nexweş bûn.

Gelek caran jî radiyoya dengê Kurdistanê nûçeyên serkevtina hêza Pêşmerge bi ser hêza dûjmin de bilav dikir, ku eva jî bîreweriyek xweş li jiyana min ya pêşmergatiyê de bû.