Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simkoyê Şikak û xebatên wî ên çandî

12:12 - 12 Çirriya paşîn 2012

Şehab Xalidî

Dujminên neteweya Kurd hertim hewil dane ku tevgerên Kurd wek îxanetkar û kirêgirtiyê bîhaniyan û welatên derdor, û li hemen dem de serokên wan jî, wek kesên biçûk û nexwendewar nîşan bidin, eva jî di demekê de ku bixwe tewaw girêdayî bi hêz û deshilatên mezin ên herêmî û cîhanî bûne û ew tomet û boxtanên wan tenê û tenê bona têkbirina wan û bêdengkirina yekcarî a wan tevgerên rizgarîxwaz bûye.


Yek ji wan tevgeran jî, tevgera Simkoyê Şikak e ku deshilata wê demê, bona têkbirina wê tevgera bihêz ya ku ji dest wan hat encam dan, bona vê ku bi xeyalek rihet bi ser xelkê belengaz de hikûmetê bikin. Wan gelek hewil dan ku Simkoyê Şikak jî wek kesekî têkder û tevdanîkar, û tenê serok eşîrek bidin naskirin, lê cuda ji vê ku Simkoyê Şikak bi wê şoreşa xwe a pirr ji serkevtin nîşan da ku ew xwediyê bîr û ramanek berfireh û kûr a siyasî û netewî ye, li hemen dem de kar û kiryarên wî ên di warê çandî de nîşan dan ku ew kesekî gellek hişyar û têgihîştî ye û bi başî ji giringiya karên çandî bi armanca hişyarkirina neteweya xwe şareza ye. Lewra di vê rewşa pirr aloz ya wê demê de tewaya hewla xwe bona danîna rojname û xwendegehekê bikar tîne ku zarokên welatê wî ji xwendinê paşve nemînin û agehdarê rewşa derdora xwe bin û bi hişyarî ve bona rizgariya xaka xwe xebatê bikin, û tenê xwendin dikare dawiyê bi êş û bindestiya gelê wî bîne.

Lewra li Çiriya Pêşîn a sala 1913’an li bajarê Xoyê li rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê Simko û bi serperestiya Ebdulrezaq Bederxan xwendegehek hat avakirin, da ku zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdê bibînin. Ew xwendegeh ku di destpêkê de 29 dersxwanan têde dersa Kurdî û Rûsî xwendin, wek yek ji xizmetên herî mezin û xalek bihêz ya şoreşa Simko çav lê tê kirin ku giringî bi warê perwerdê daye. Li gorî zanyariyan li dema vekirina xwendegehê de berpirsê xwendegehê, Simkoyê Şikak û Ebdulrezaq Bedirxan gotar pêşkêş kirine. (pirtûka jiyana Ebdulrezaq Bedirxan,N: Dr. Selah Mihemed Selîm Hirurî).

Herweha li sala 1912’an de, hewlê dide ku kovarekê bi navê “Kurdistan” biweşîne ku li vê hewla xwe de serketî dibe. Ji aliyek din ve dema ku Ebdulrezaq Bediraxan bi piştevaniya Simkoyê Şikak kovara “Rojî Kurd” derkir û li çapxaneya Temedon ya bajarê Urmiyê de çap û bilav dikir, Mela Mihemedê Torcanîzade bû sernûserê wê kovarê. Herweha wê demê çend kesan hevkariya Mela Mihemed dikirin ku yek ji wan birayê mele Mihemed Torcanîzade wate Mela Ehmedê Torcanîzade bû.

Avakirina komelekê bi navê komeleya “Cîhandanî” bi alîkariya hinek kesên naskirî û xwendewar û bitaybetî bi alîkariya Ebdulrezaq Bedirxan ji xebatên çandî ên Simko bûn, ku hewil dida astê hişyariya xortên Kurd jêhel bibe.

Di rastî de ew alîkariyên Ebdulrezaq Bedirxan d gel Simkoyê Şikak ew qasê bihêzbûna hesta wî a netewî û şoreşgêrî nîşan dide. Bo selimandina vê rastiyê ez dixwazim deqê nivîseke navbirî jî bi bîr bînim ku di pirtûka Celîlê Celîl çapa yekem li sala 1999’an li Birlînê de hatiye çapkirin, û deqê wê bi vî awaî ye:
“Ji roja ku min peywendiya xwe tevî karmendên Rûsa yên leşkeriyê û sivîl danî, tucara min dengê xwe ji gotina eşkere nebiriye, ku gava ez jî bona karê Rûsyayê dixebitim, ew hemû jî bona armanca xizmeta pêşveçûna miletê min e. Daxwaza min bingehî azadiya Kurdistanê ye di bin bandora Rûsyayê da, ji ber ku nava wan dewletan da, yên ku cînarê me ne, tenê Rûsya dewleta pêşveçûyî ye û kûltûra wê ji hemûya hêsatir dikare ji riya wê va derbasî nav me bibe. Bona pêkanîna vê proyêktê ji her tiştî pêştir, divê em nîrê Turka ji ser xwe vêda bavêjin.

Ev e ew xal ku ser wê, intêrêsên me û Rûsyayê dighîjin hev”.

Cuda ji wan xebatan dema ku navbirî di wê serdemê de ji aliyekê ve telegirafê datîne, bona vê ku pêwendiya wî bi hemû cihên şer re hebin, û ji aliyek din ve, dema ku wê demê piyanûyek li mala wî de tê dîtin, wê demê mirov ji astê serwextî û hişyariya wî lîderê Kurd tê digîje.

Lewra ew hêjayî rêzgirtin û bi bîranînê ye, û hewce ye xortên Kurd tu car wan serokên ku canê xwe goriyê rizgariya xaka Kurdistanê kirine ji bîr neke, û riya wan û hizr û bîr û armancên wan bike sembola jiyan û berxwedanê.