Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sinê\\ bi hegera teqeya hêzên nizamî, hemwilatiyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn

12:48 - 13 Şibat 2014

Kurdistanmedia: li ber deriyê girtîgeha navendî a bajarê Sinê, teqeya hêzên rejîmê 3 hemwelatî kirin qorbanî.

Li gor raporta kurdistanmedia; hêzên nîzamî yên rejîma îslamî a îranê, li ber deriyê girtîgeha nawendî a bajarê Sinê, teqe ji tirombêleke curê Pirayîdê kirin û di encam de 3ê kesên di nava tirombêlê de, yek ji wan hat kuştin û du jî birîndar bûn.

Şahithalekî bûyerê ji kurdistanmedia re got: di encama teqeya rastewxwe a hêzên nizamî, ajovanê piraydê hat kuştin û du kes jî ku di nava tirombêlê de bûn hatin birîndar kirin.

Ew bûyere demjimêr, 2:30 piştî nîvro a roja sêşemiyê, berwara 12,02,2014an qewimiye û heya niha jî sedema teqe kirina gêzên nizamî ji wan hemwilatiyane, nehatiye eşkere kirin.