Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine/ Dijkiryara îdareya Îtilatê a rejîm bi harîkariya Şengalê û pişikdariya hemwelatiyan

16:34 - 22 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Îdareya Îtilatê ya rejîma Îslamî a Îranê, di çend rojê borî de gef ji endamên kempêyînên komkirina harîkariyên mirovî bo penaberên Şengalê xwariye û lêpirsîn ji wan rêveberên kempêyînane kiriye.

Li gor rapora kempêna berevanî ji girtiyên siyasî û sivîl, rejîma Îslamî a Îranê û îdareya Îtilatê a rejîm di bajarê Sine bi gef û lêpirsîna hemwelatiyan hewl dide pêşiya harîkariya mirovî bi Kurdên Şengalê bigre.

Li gor raportê, navendên ewlehî yên rejîma Îranê ji riyên cur ba cur di hewlê de ne ku bi balnekirşandina nûçeyên berfihebûna harîkariyên mirovî ên hemwelatiyên Kurd di Kurdistana Îranê de pêşî ji harîkariyane bigre û herwiha kempêyînên komkirina harîkariyên mirovî rawestîne.
Di wê pêwendiyê de rejîma Îslamî a Îranê li gor siyaseta xwe ya qirêj, bengewazî bo Xezê dike û daxwaz ji hemwelatiyan dike ku harîkariya xelkên Xezê bikin û ji aliyek din ve jî pêşiya herîkariya mirovî bo Kurdên Şengalê a Herêma Kurdistanê digre.