Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sine/ Jinên ducanî û zarok seba şepolên parazîtê canê xwe ji dest didin

19:38 - 7 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Mirina jinên ducanî û zarok seba şepolên parazîtê û seqetbûna wan li bajarê Sine roj ligel rojê zêde dike.

Li gor rapora Kurdistanmedia, jineka hemle bi navê “Ferîdê Husênî” xelkê devera Hewramanê roja Înê 28’ê Adar a 2014’an, li nexweşxana Bêseta bajarê Sine, seba xemsariya kadrê pîzişkî û dermanî canê xwe ji dest da.

Li gor raporê, zaroka teze ji dayîk bûyî ya wê jinê paş 3 roj di vê nexweşxanê de canê xwe ji dest da.

Şaşitiya pîzişkan û xemsariya pisporên nexweşxanê, li deverên Kurdakincî berdewam dibe bayîsa mirin û seqetbûna hemwelatiyên Kurd.

Di vê pêwendiyê de di heyamê vî salê de, jineka Kurd bi navê “Curciya Etmanî” keça Fetila akinciyê gundê “Zûla”a ser bi bajarê Selamsê ku seba pevçûna varê tendurustiyê bo nexweşxanê biribûn, lê seba şaşitiya pîzişk yê kadrê nexweşxaneya Selamsê jiyana xwe ji dest da.
Jina han ya Kurd ji ber xirab lêdan(weşandin)a derziyê ji aliyê pîzişkê nexweşxana Selmasê ve, rewşa tendurustiya wê xirabtir bû û di encam de canê xwe ji dest da.

Serbarî xemsarî û şaştiya pîzişkî şepolên parazîtê yek ji sedemên mirina jinên ducanî û seqetbûna zarokan li deverê Kurdakincî de ye.

Li gor raporan, li nexweşxana Bêsetê a bajarê Sine di heyamê 1 roj de, 15 zarokên seqet ji dayîk bûn e ku hemû xelkê gundên ser bi devera bajarê Dîwanderê bûn.

Di heyamên çend rojên derbasbûyî de navendên Ewlekar yên rejîma Îslamî ya Îranê û bi xasmanî Sipaha Pasdaran, bo pêşîgirtin ji veşana kanalên mahwarê û medyayên Kurd yên opozîsyonên rejîma Îslamî ya Îranê li Kurdisatnê, parazîtê dixe ser wan TV yanê.