Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha Pasdaran gaziya sefer bo Sûriyê li ser hesaba dewletê li Kurdistanê dike

16:19 - 22 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Sipaha Pasdaran a Îranê li deverên Kurdistanê de piropagendeyên seferkirin ji bo Sûriyê li jêr navê “ziyaretkirin”ê dike.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê li deverên Kurdistanê nameyek ji gişt heyetên wezişî ên Kurditsanê re şandiye ku “her kes bixwze bo ziyaretkirinê sefera Sûriyê bike, wê ji aliyê dewletê ve alîkariyên vîza û malî bihên dayîn”.
Rejîam Îranê di wê rewşa nebaş a Sûriyê de piştevaniya xwe ji wê rejîmê neveşartiye û berdewam endamên Sipaha Pasdaran li jêr navê ziyaretkrinê dişîne Sûrıyê, lê bi caran opozîsyona Sûriyê endamên Sipaha Pasdaran di dema tepeseriya xelkê Sûriyê de destbiser kirine û nav û pênaseyên wan ji raya giştî re eşkere kirine.
Di dawîn bûyera hevşêwe de, tîmek endamên Sipaha Pasdaran li jêr navê “Zair” ji bo ziyaretê ji aliyê Erteşa Azad a Sûriyê ve hatin destbiserkirin. Rejîma Îranê ew bi xelkê sivîl dan zanîn, lê piştre eşkere bû ku ew endamên Sipaha Pasdaran in û çendîn Fermandeyên paye bilindên Sipahê ên parêzgeha Urmiyê di wê tîmê de di tepeseriya xelkê Sûriyê de fermandehî kirine ku heya niha jî ew ji aliyê Erteşa Azad a Sûriyê destbiser in.
Rejîma Îranê bi şandina wê nameya Sipaha Pasdaran ji heyetên werzişî ên Kurdistanê re, dixwaze xelkê sivîl û werzişwanan tevlî rewşa Sûrıyê bike û bi taybetî Kurdên Rojhilata Kurdisanê bi piştevanên rejîma Beşar Esed nîşan bide.