Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipasha Pasdarên rejîma Îslamiya Îranê li Sûriyê li ser karin

14:18 - 12 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Li Sûriyê hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê li ser kar in û leşkerên rejîma Beşar Esed guh didin fermana Sipaha Pasdarên rejîma Îranê.
Li televîziyona El Cezîreyê çend dîmenên hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê li Sûriyê hatine bilav kir ku di wan dîmenane de tê dîtin ku hêzên Îranê fermandariya Sûriyê dikin û hêzên Beşar Esed li wan ferman werdgirin.
Dîmenên ku hatinine nîşandan rejîma Îslamiya Îranê perwerdeya serbazî dide hêzên rejîma Sûriyê.
Her wusa hetiye dîtin ku li derdora Helebê di dema pevçûnan de kar û barên ragihandinê dikin û fermandariya milîsên rejîma Beşar dikin.
Di vê pêwendiyê de heyamek berî niha li gor rojnameya Amrîkayê ya “Waşington Post”, zêdetir li 50 hezar hêzên leşkerî ên Îranê di Sûriyê de hene û ragehand ku belge hene ku nîşan dide harîkariyên Îranê tenê ji bo parastina dewleta Beşar Esed nine, lê Îranê armancên dûr û dirêj jî hene.
Vê rojnamê ragehand Îran û Hizbulaha Lubnanê, di hewla pêkanîna gordanên şibhê leşkerî yên yekgirtî di seranserî Sûriyê de ne ku di dema ketina dewleta Beşar Esed jî berjewendiyên xwe li vî welatî de biparêzin. Her çend ku hêzên han niha tevî hezên Beşar Esed di Sûriyê de ne û hêzên Sûriî rêk dêxin.
Wezîrê karêderve ya Fransayê Loran Fabyos li pêşberî perlemantoya Fransayê ragihand, li Sûriyê 4000 hêzên Hizbullah yê Lubnanî ligel hêzên rêjîma Sûriyê li dijî hêzên opozisyona Sûriyê Şer dikine.