![](/weney-mallperr/9068.jpg)
Kurdistanmedia: Hêzên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di yekemîn roja şer li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de gundek li destê terorîstan rizgar kirin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, hêzên hevpar ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê di êrîşeke hevpar de, demijmêr 10:30 deqeeyên sibêdeya îro roja Înê 8’ê Tebaxa 2014’an, di êrîşeke hevpar de bo ser çekdarên DAÎŞ li gundê “Çem Şole” li devera “Gewir” karîn zerbeyekî girin ji çekdarên DAÎŞ’ê bidin û têk bişkînin û gund konterol bikin.
Li gor raporê, niha gundê “Çem Şole” di jêr konterola hêzên pêşmergeyên PDKÎ û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de ye.
Sibêdeya roja Pênçşemiyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi fermandariya Sitada emelyatî bo eniya şer li deverên derveyê sînorên Herêma Kurdistanê ji bo parastina xak û serweriya Herêma Kurdistanê rê kevtin.