Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Siyaseta çewt a hikûmeta navendî a Îranê, Kurdan zêdetir ber bi serxwebûnê han dide

13:43 - 8 Tebax 2017

Elborz Ro`înten

Serxwebûn yan cudahîxwazî têgehek e, ku bi dirêjahiya dîroka hevçerx wekî hêcetekê bo serkut û binpêkirina mafên neteweya Kurd hatiye bikaranîn. Heya ji gellek mafên xwezayî hatine bêparkirin, jiber ku her mafeke destpêkî wekî rewşek ji bo gihîştina bi vê armancê dihesibînin. Di vir de ye ku bona pêşîgirtina ji rizgariya Kurdistanê têgeha dagîrkariyê dibe xwedî wate. Lewra jî deshilata xwe li ser bingeha hêz û lênêrîna ewlekariyê li ser Kurdistanê ava dike. Bi vî awayî pêşiya vegeşîna Kurdistanê tê girtin di biyavên aborî û kulturî de. Jiber ku merema hikûmeta navendî dagîrkirin û pêşîgirtina ji azadiya gel û xaka Kurdistanê ye, ne birêvebirin yan baştir kirin yan ber bi pêşvebirin.

Her di vê rastayê de ye jî, ku di dîrok û bîreweriyên xwe digel dewleta navnedî de, me ji bilî xwîn û stemê tiştekî din nedîtiye. Ji hemiyê balkêştir ew e ku gelek caran bi mafê gellek kêm di pêxema nemana şer û bêbextiyan û gihîştina bi kêmtirîn mafê xwe amade bûye, ku di çarçoveya van sînoran de, daxwazên xwe anîne gorê. Wate kurd qelembazî daye bi ser xwestek û mafê cudahîxwaziyê li pêxema avakirina civakek pêşkevtî, ku ne tenê ji aliyê dewleta navendî ve pêşwazî jê nehatiye kirin, belkû her berbirûyê heman siyaseta reftara dijberan û dagîrkeran bûne. Heta asta dijberiya mafê Kurdan tenê ji bo desthilatdarên Tehranê nemane, belkû bi kêmî hilketiye, ku yên herî demokrat jî, kêmtirîn mafî rewa bizanin ji bo Kurdan, berevajiyê vê yekê ji tirsa herifîna yekîtiya destçêkirî bi zorî herwekî dagîrkeran bîr bikin, û di warê lênihêrîn ve jî cudahiyek di navbera wan de nine.

Piştî van hemû salan niha ji hemû demekê zêdetir ew pirsa tê pêş, ku heya kengê emê berdewam bin, li ser daxwaza mafên xwe, di çarçoveya vê sînorê destçêkirî ku nîşana gewhera neteweyî ya me nine. Yan bo çi di demekê de ku Kurd hertim amade bûye bona danûstandinan, û çareseriyê, lê her bi xwîn û şemşîran bersiva wê hatiye dan, yan bo çi berdewam dibe li ser daxwaza çareseriyê bi awayê diyalog û selmandina niyetpakiyê, di demekê de tenê û tenê ew dixwazin Kurdan li ser maseya gotûbêjan çareser bikin?
Heya kengê em amade bin li ber hestiyarbûna wan dev ji mafên xwe yê rewa berdin, lê ew amade nebin bo çareseriyeke aştiyane danûstandinê jî bi me re bikin.

Hatina pêş ya hemû van pirsyaran, di nav xwe de, xwendineke dîrokî ya serok eşîran û nûnerên Kurd û rêberên wekî Simko û Pêşewa û heyeta Kurd û Qasimlo bi bîr tîne, û bersiva wê jî li cem nivşa nû bi “êdî bes e” dest pê dike. Ez nabêjim ku yên berî me şaş bûn, belkû binêşe û xîmê vê “êdî bes e” ya nivşa nû, berhema xebat û tekoşîna wan, û serdema niha ya vegeşîna biyavên cuda cuda ên doza Kurd e. Lewra jî dema wê hatiye ku li ber sîbera giran ya vê dîrokê stratejiya nû ya gel û xebat û tekoşîn ji çarçoveya sînorê destçêkirî ve bêne guherîn bo daxwaziya gel, îca her çi be, wate biryardan li ser çarenûsa xwe, em bikin manşêta daxwaziyên xwe.

Bona selimandina vê daxwaza rewa jî, em dikarin ku dîroka stema çendîn sale, bi belge bînin, ku pirr e ji destanên qirkirin, û jînosayd û girtinê, wate siyaseta çewt û dijberane ya navendî ya Tehranê, zêdetir ji hemû hêcetekê, me tûj dike ku em ser ji nû reh û rîşeya stemkariya navendê, derheq Kurdan pênase bikin, û stratejiyeke din, me di hember de hebe.

Min jêve ye ku hêza Rasanê û daynemoya şoreşê, wate PDKÎ bona nîşandan û raxistina ber çavan ya vê daxwazê, roleke bibandor dilîze, jiber ku daynemobûn û qurbanî û xebata nêzî yek sedsalî ya derbazbûyî vê erkê jî dixe stûyê vê hêzê. Bê guman baş dizanim ku bona vê ku ew daxwaza ji diruşmeke biçirûsk ve bê guherîn bo stratejiyeke bernamedarêtî, destpêkê hewce ye, rewşa teorî ya vê çendê li ber ronahiya bêbextiyên dîroka derbazbûyî ya me bê darêtin, û bibe armanca şoreşê, û piûtre bona cîbicîkirin û piraktîzekirina rasanê bigehînin lûtkeya bihêziyê, lê tenê anîna ber bas ya vê mijarê, vê çendê nîşanî dijmin dide ku bi hilgirtina dersa dîrokê xebata xwe didomînin.