Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Smînareke siyasî ji aliyê Komîteya PDKÎ li Fenlandê bi boneya 26’ê Sermawezê bi rê ve çû

21:33 - 24 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Semînareke siyasî ji aliyê Komîteya PDKÎ- Fenlandê bi boneya 26’ê Sermawezê bi rê ve çû.

Li gor rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 19’ê Çileya Pêşîn a 2015’an, li bajarê “Turkû” a welatê Felandê ji aliyê komîteya Partiya Demokratê smînareke siyasî ji bo “Îbrahîm Lacanî” xebatkarê berê ku nav refên pêşmergên Partiya Demokratbû û bi beşdariya nûnerên çend part û saziyên siyasî û sivîl di welatê Felandê de hate lidarxisitn.

Smînar bi sirûda neteweî a “Êy Reqîb” û ragiritna deqeyek bêdengî ji bo rêzgiritn ji riha pak a şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.
Peyama komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê “Kerîm Hebîbî” berpirsê Teşkîlata giştî ya Partiya Demokrat li welatê Felandê hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din a peyama komîteya Partiya Demokrat de, îşare bi roja Alaya Kurdistanê û hildana yekem car ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Mehabadê, di sala 1924’an kir, û Partiya Demokratê weke dahînerê navê pîroz ê Pêşmerge û roja 26ê Sermawezê, wek roja Pêşmerge û yekem Partiya Modêrin di nav tevgerên gelê Kurd û avakerê yekem yê Komara Kurdistanê di Rojhilata Kurdistanê de,weke beşek li destkevtên siyasî yên Partiya Demokrat li dîroka xebata neteweyî ya xwe de, wekî mînak bas lê kir.

Di beşa duyem a semînarê de, xebatkarê berê ku di nav rêzên pêşmergên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê de bû, “Îbrahîm Lacanî” axivî.
Piştre pexşanek derbarê qehremaniya pêşmergan ji aliyê “Fazil Siltanpenah” ve hate xwendin.

Heriwha pexşanek bi boneya roja pîroz a Pêşmerge ji aliyê “Kejal Neqşbendî” ve hat pêşkêşkirin.

Di vê semînarê de van hêz û aliyên siyasî peyam xwendin:
PDK-FENLAND
Heyeta Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Komîteya Tevgera Demokratîk ya Yarsan
Yekîtiya Jinên Demokrat ê Kurdistanê û
Feraksiyona Komeleyên nKurdî li Fenlandê