Kerîm Perwîzî
Çend dehikik e ku di Kurdistanê de jî behsa vê yekê tê kirin ku jin wek mêran mafê wan heye û divê bi yeksanî çav li jin û mêr bê kirin. Herî kêm di serdema Komara Kurdistanê û bi hewla jîrane ya Pêşewayê nemir, behsa jin û mafên wê û beşdarîkirin ji jiyana siyasî û biryardan bo civatgehê hatiye nav mijara siyasî ya Kurdistanê.
Ev behse di asta cîhanî de jî, gelek demdirêj û çend sedeyî nîne û zêdetir di dawiya sedeya nozde û destpêka sedeya bîstem de hebûye ku wek gotar û dîskors bas ji mafê yeksaniya jin û mêran hate kirin û di wêjeya siyasî de hêdî hêdî cihê xwe girt.
Helbet em vê yekê jî bi başî dizanin ku di navbera gotin û dîskorsê heta kiryar û edeta civatgehî û siyasî de renge bi qasî deriyayeke pan û berfireh mewda hebe û gelek caran jî, dehan sal derbas dibe ku gotinek di kiryar de reng nade.
Jin demekê dikare ji tev mafê siyasî û civakiyên xwe wekî mêr bi wekhevî behremend be ku bixwe bi kiryar di cergê têkoşîn bo xebata mirovî û azadîxwazane beşdar be; bi vî awayî bi kiryar ev yeka di nav bernamên wê yên karî de têne guncandin ku bi çavekî wekhevî mêzeyê jin û mêr bê kirin û encama behreya wan wekhev be.
Di xebata netewiya Kurdistanê de jin kêm û zêde di refên şoreşê de beşdar bûne û jin û keçên Kurd di dijwartirîn rewş de li pelên pêşmerge û li hêzên pêşmergê Kurdistanê de digel mêran pêngav avêtine.
Eva mînakek çend dehikî ye û heta di refên pêşmergayetî de jî jinên Kurd di refa cangorî de kêm neanîne û di nav çepera berevanî ji kirameta netewî de şehîd bûne. Lê eva beşdarî û amadebûneke wekhevî digel mêran nebûye û em dikarin bêjin eva zêdetir wekî mînakekî bû heta wek hereket.
Lê Rasana Rojhilatê ev mînake di nav refa xebatê de kir bi hereket û yek ji girîngtirîn binyata Rasana Rojhilatê ku kêmtir bas li ser hatiye kirin û dîtin eva ye, ku keç û jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li ser derbas dibin û roj bi rojê rêjeya beşdariya keçan di şoreşê de zêde û zêdetir dibe. Çi di pêngavên jîrane yên bajar de ku jinan refên pêşve pir kirine û çi li refên şoreşê di çiya de; êdî ev jin in ku alayê hildigrin.
Di pêngaveke dîrokî de, jin û keçên Kurd, dewreya 250 a pêşmergayetiyê li Hêza Pêşmergê Kurdistanê bo xwe terxan kirin, tev beşdarbûyên dewreyê ji keç û jinên Kurdistanê ne. Eva ev derfeta şoreşa mezin e ku Rasana Rojhilatê bo jinan afirandiye, ev di piraktîkê de digel mêran wekheviya xwe dane selimandin û pêdagiriyê li ser vê yekê dikin ku maf tê sitandin û nayê bexşin. Rasana we pîroz be jinên şoreşvan.