Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa Sûriyê li ku ye?

01:54 - 6 Hezîran 2012

Ş. Dado

Dîroka Sûriyê ya nûjen tijî ye ji nakokiyên navxweyî. ji bo destxistina karbedestiya dewletê li beramber destdirêjiyên hêzên cîhanî - bêgûman dûrî maf û berjewendiyên gel an bikaranîna demokrasiyê û mafên mirovan - di dema ku partiyên siyasî, îdolojî û totalîter bûn ji bilî partiya Kurd li Sûriyê ya ku, ji roja damezrandinê ve (14 Hizêran a 1957 an), dirûşma demokrasî û mafên mirovan bilind kiribû, nemaze di heyama şerê sar de, parta Be\'is ya ku li ser îdolocî û ramana netewî avabûye, di 8 Avadara 1963 an de, destê xwe danî ser destlata dewletê û siyaseta tekpartî birêvebir, li dijî hêzên dî rêça tunekirin, zîndankirin, tund û tûjî, û li serê Kurda siyaseta şoven û nijadperestiyê bikaranî .

Ango, rêjîmek stemkar û nedemokrat li dirêjahiya nêzî pêncî salî di Sûriyê de avabûbû, ya ku bi xwe re pir astengên siyasî, civakî, aborî û çandî anî, bê ku çirûskên guhertin an çareserkirinê hebin, ta ku Sûriyê gihişte vê rewşa nuha ya nazik û tarî, ya ku alava tund û tûjî navnîşana wê ye, Mîna kuştin û şehîdbûna bêtirî yanzde hezar kesan, birînîkirin, koçberkirin, girtin û zîndankirina deh hezer kesan.

Kiryarên rijîmê li dijî xelkê Sûriyê bêtirî salekê ji temenê şoreş a pîroz, pileya ( tewanbariyên li dijî mirovahiyê ) derbas kirine. Yên ku pir raghandin, rêxistin û hêzên hundir û derve, cureyên wê dîtine û bi nav kirine, lêkolîn û belge li ser çêkirine, bi taybetî komîta mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî û raporên berdevka wê xanim Nafî Bîlay a ku daxwaz kiriye ku Encûmena ewlekariyê ya navdewletî bilez bilive û zorê bide ser rijîma Sûriyê, da ku, darê tundiyê, kuştin û lêdanê rawestîne, û berpirsiyarên wê li pêş Dadgeha Cînayeta navdewletî werin gunehkirin. Lê, ji ber Vîtoya Rûsiye û Çînê, wê Encûmenê di çerçewa tevliheviya nakokî û berjewendiyên herêmî û navnetewî de nikarîbû tiştekî bike. Ji alîkî din ve, piştgiriya Îran û Rûsiya ji rijîmê re, û helwesta Turkiyê yê çirûk (carina germ û carina jî sar), li kêlek aloziya liv û hêza Elcami\'a Elerebiyê di warê bikaranîna bendên nêrîn û pirojeya xwe ya ji bo Sûriyê.

Piştî herikandina xwînê û malwêrankirina xelkê bi destê hêz, leşker û dûvçilkên ( şebîhên ) rijîma zordar ya ku, di ûstandina bi vê rewşa nû re ji bilî rêbaza ewlekarî - leşkerî, lêxistin û kuştinê, tiştek din naşopîne,… Nema dem paşve vedigere û kîjan rojê be wê Şoreşa Azadî û Rûmetê bi ser keve . Lê mixabin, digel keftelefta Kofî Enan, tu çareserî balkêş û rast, di demek nêzîk de , ne xuya û ne jî aşkere ye ku wê qelengê serkeftina serhildana gelê Sûrî bilind be, ji ber hin sedemên sereke, wek :

- Hêza rijîmê ya aborî û leşkerî, kêm zêde li cî ye, di siha piştgiriya xurt ya hin dewlet û rêxistinan jê re, û kiryarên wê yên hovane.
- Beşek mezin ji civaka Sûrî û bi taybetî ji hindikahiyan, hîn tevilî tevgera rikber û şoreşê nebûne, ji bilî ku, hinek li kêleka rijîmê mane.
- Nezelaliya stratijiya şoreşê li ser paşeroja Sûriyê, li aliyê din, tevlehevî û aloziya di tektîk û şêweyên xebata gelêrî, yên aştiyane û demokras, ya ku berpirsiyariya hemû partî, komîte û encûmenên rikber e.
- Nelihevkirin, keysebazî û berjewendiyên partîtî û kesayetî, ya di nav beşên rikberiya Sûrî de - bi taybetî di nav yên derve de – yê ku nehiştiye rikbera Sûrî bighêje hev an kongirekî tevahî lidarxe, da ku nûnertiya gel û şoreşê bike, çalakî û livên serhildanê biparêze û pêşxe, û ji rewşa paşerojê re amede be.
- Heyama herêmî û navnetewî nediyare. Dewletên dibêjin piştgiriya şoreşê dikin, wê di ajotina rêbazeke erênî ji çareseriyeke siyasî re, bigihên biryar û pêngavên rast, dirust û dilsoz.
- Çêkirina şoreşê li hin deveran, hişt ku çavsorî û hovîtiya rijîmê zêde bibe û rewayekê - kêm zêde - bide çareseriya ewlekarî - leşkerî, rijîm ragihandin û namên xwe ji wê çîroka hebûna (terorîstan) dagire. Di dema ku çekdar nebûne hêzeke xurt û mezin ta karibin li hember leşkerên dewletê bisekinin, yan hin dever û bajaran bidestxin, tê de bi ser kevin .

Mirov dikare bêje, çendî hêzên rikberiya Sûrî li hev bin, li dûrî lîstik û xefkan bin, li dûrî berjewndiyên taybetî bin, li dûrî cureyên çekdariyê bin, di hundir welêt de girîngiyê bêtir bidin xebata gelêrî, aştiyane û demokrasî, wê di xizmeta gelê Sûrî de be û serkeftina şoreşê wê nêzîktir be.