Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşvanek ku bi mêranî jiya, bi nemerdî jî şehîd ket

00:43 - 24 Hezîran 2012

Selîm Zencîrî

Simayîl axayê şikak, naskirî bi Simko yek ji wan rêber, lîder, serhildêr, şoreşvan û egîdên navdare kurd e ku li dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdsitanê de xwedî nirx, rûmet û tekoşînek netewî a hêja ye. Wî li qonaxek dîrokî û li deverek stratejîk a Kurdistanê de serhildanek lidarxist ku di warê dem û cih (zemanî û mekanî) de kêmwêne û xwedî taybetmendiyên girîng û berbiçav e. Eger em perwerdeya malbatî, eşîrî a bixwîn a Simko û herweha pêkhateya civakî û sunetî a wê demê raxînin berçavan ku di bin nîrê zordariyê û li nav sîstema derebegatî û eşîrî de hatibû peçavtin, bêguman civandin û komkirina wan axa û eşîretan li bin sîvanek yekgirtî û netewî de, karekî gelek dijwar û li heman dem de jî hêz û îradeyek qahîm dixwast. Bi baldan bi realîteya civakî a wê demê derdikewe ku bêy rêberiyek lêzan û bîrtîj, dûrbîn, biheybet û şoreşvan ne mumkin bû ku li dilê civakek wusa de serhildanek weha mezin û dîrokî, bitesîr û pirdestkevt derkeve holê. Lê li rastî de rewşenbîrî û kesatiya bilind a Simko karî bi ser vê astenga mezin de biser bikewe û vê girêhişka civakî veke.
Helbet pêşîneya xebat, berxwedanî û comerdiya malbata Simko û li hember de jî nemerdî û bêexlaqiya desthilatdarên Îranê, hişyarî û bîrtîjiya Simko bilindtir kiribû û hestek têde afirandbû ku erkek dîrokî, netewî û exlaqî li ser mil e û divê zend û baskan jêre hilde. Her eva jî bû palnerek bona afirandin û lidarxistina serhildanek weha mezin û netewî. Belge û çavkaniyên dîrokî ku ji zarê Simko ve hatine belav kirinê, nîşan didin ku çiqas birûmet, siyasetwan, neteweperest û li heman dem de jî cîhanbîniyek kûr hebûye.
Nameya wî bo Zefer Eldolê li dor mafên netewî, eyankerê vê rastiyê ye; mafek ku bi dîtina wî, çawa dibe bo hin netewan ku çar yeka kurdan in, rewa ye, lê ji bo kurdan nerewa. Û ger wek kurd wî mafî bidest nexin, mirin û nemana wan baştire ji jîn û mayîna wan, lewma dide zanîn ku desthilatdarên Îranî çi pê xweş bin û çi jî pê nexweş, dê mafê xwe bistînin û bona wê jî, domandina xebatê bi baştirîn rê dizane.


Simkoyê Şikak him li asta navxweyî û him jî li asta derekî de hewla biserxistina serhildana xwe dida. Li hundir de bi bizvandina hesta netewî a kurdan karî vê hesta mirî, bi xebata xwe ya rewşenbîrî û çandî weke avakirina yekem qutabxaneya kurdî, weşandina rojname û kovaran, danîna çapxaneyê, çêkirina belgeyê gomrikê û htd zîndî û bipişkivîne û ji vê riyê ve jî sînorê desthilata xwe berfirehtir bike. Her eva jî bû sedem ku gelek dîrokzan û bîrmendên kurd û biyanî, wî bi bavê nasyonalîzma kurd li Rojhilatê Kurdistanê de dinasin.
Li asta derekî de jî, xebata dîplomatîk û siyasî awî berdewam bî, daku bikare piştewanî û alîkariya wan bo aliyê bizava rizgarîxwaziya kurd li vê parçeyî de rabikişîne; Vêca çi bi rêber û kesatiyên kurd li parçeyên din ên Kurdistanê, bi taybetî başûr, çi jî bi balyoz û siyasetvanên welatên biyanî û zilhêz re.
Simko li wan dudehsalên serhildan û desthilatdariya xwe de rastî gelek pîlan, şerên giran û xiyanetan hat, lê biçokde nehat. Nemaze gelek caran hêzên pirçek ên desthilata Îranê jî şikest dan. Simko bibû bi astengek mezin li hemberî zêdexwaziya desthilata nawendî a Îranê û xew ji çavên wan herimandibû, her eva jî bû sedem ku Riza xan bona hevdîtina bi Simko re biçe kela Çariyê. Derfetek ku Simko ji dest da û bi kuştina wî, dikarî pêvajoya dîrokê biguherîne.
Simko nexwast nemerdiyê bike û exlaq û mêvanperweriya kurdan bibe jêr pirsiyarê, lê sed heyf û mixabin, kumpilo û siyaseta ku heya niha ji aliyê dujmin ve li hemberî serok û rêberên kurdan de hatiye bikar anîn û bi riya xiyanet û xapandinê ve nizîkî wan bûne, Simko jî vegirt û ket vê davkê. Wan di bin navê hevdîtinê de Simko gazî Şinoyê kirin û êwariya roja 31’ê Cozerdana sala 1309 a rojî, ew bi bêbextî, nemerdî û bêexlaqî şehîd xistin û dawî bi serhildana dîrokî a wî anîn. Lê Simko nemire, jiber ku bi mêranî jiya û bi nemerdî jî hat Şehîd ket.
Di 82 saliya şehîdketina Simkoyê Şikak de silavan dişînim bo ruha pake wî û bejna xwe li hember meznahiya wî û hemû şehîdên riya rizgariya kurdistanê ditewînim.