Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spah û Arteşa rejîma Îranê bo çavtirsandina xelkê li parêzgehên Urmiye û Sinê manoran bi rê ve dibe

11:57 - 25 Gulan 2021

Rejîma Îranê bona perdepoşkirina kêmasiyên xwe yên ewlehî û leşkerî û çavtirsandina xelkê li parêzgehên Urmiye û Sinê de manorên Spaha Pasdaran a terorîst û Arteşa rejîmê lidar xistin.

Roja Duşemî 24ê Gulanê, bi hêceta salvegera paşvekêşna hêzên Îraqê û cihgîrbûna hêzên rejîma Îranê li bajarê Xuremşehrê, rejîma Îranê hewl da ku bi manorên Spaha Pasdaran û Artêşa rejîmê, xelkê Kurdistanê bi taybet li parêzgehên Urmiye û Sinê de çavtirs bike.

Cihgirê fermandeyê Spaha Pasdaran li parêzgeha Urmiyê, “Hemîdriza Rehmetpûr” îdia kiriye, ku 15 hezar besîc li wê manorê de li mizgevt û binkeyên leşkerî û cihên li pêşdiyarîkirî de amade bûne û manor dane û bi tekezî got: “Yek ji armancên bingehîn a wê manorê, avakirina ewlehiyek e ku aramiya xelkê û cihê bêhêvîbûna “Zid Inqilab” be”.

Herwisa li parêzgeha Sinê de jî, manora hevpar a Spaha Pasdaran û leşkera 28 a peyade ya Arteşa rejîma Îranê hate lidarxistin.

Di wan çend salên derbasbûyî de, amadebûna hêzên şoreşger yên Kurdistanê li nav xelkê û çalakiyên berfireh yên partiyên Kurdî û bi taybet PDKÎ li parêzgehên Kurdistanê de, sam û tirseke zêde xistiye nav dilê rejîmê û beşdariya xelkê di wan çalakiyan de li dijî rejîmê, binyata rejîma Îranê hejandiye,  her lewma bi wan şanoyên leşkerî dixwaze xelkê çavtirs bike û lawazî û neşiyana xwe li hember hêzên Kurdî perdepoş bike.