Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spasnameya PDKÎ ji piştevaniyên xelkê Kurdistanê, aliyên siyasî û kesayetiyan

20:24 - 7 Hezîran 2015

Kurdistan Media: PDKÎ derheq piştgiriya civatên xelkê Kurdistanê ji PDKÎ, li dor êrîşa PKK’ê li dijî çend pêşmergeyên PDKÎ û şermezarkirina kuştina Kurd bi destê Kurd, spasnameyek ji alî, kesayetî û herwisa civatên xelkê Kurdistanê re şand.

Deqa spasnameyê bi vî awayî ye:

Hevwelatiyên birêz!
Civatên xelkê welatparêz ên Kurdistanê!

Êrîşa PKK’ê di 03.03.1394 (24.05.2015) li dijî tîmek ji kadr û pêşmergeyên PDKÎ, pêleke berfireh ji mehkûmkirina vê êrîşa nerewa, û nerizayetî eşkerekirinan di hemberî pêşîgirtina PKK’ê ji xebata xebatkarên Kurd di Kurdistana Îranê de, li pey xwe hebû.

Di vê derheqê de, civatên xelkê Kurdistanê di hemberî vê kiryara nerewa ya PKK de, dengê xwe bilind kirin, û ji riyên cur bi cur ve hesta nîştimanperwerî û hezkirina xwe ji PDKÎ, bi ew qasê dilsozî ve eşkere kirin, û amadeyiya xwe ji bo her cure pêngaveke hewce ragehandin.

Partî û rêkxirawên siyasî ên Kurdistanê bi giştî û partî û rêkxirawên siyasî ên Rojhilat bi taybetî bi girtina helwestên hejî, ew kiryara PKK bi nerewa zanîn, û piraniya wan piştevaniya xwe ji PDKÎ û her şêwe kar û alîkariyek eşkere kirin, û şerê Kurd li dijî Kurd mehkûm kirin, û siyaset û helwesta PDKÎ û hewlên vê partiyê ji bo pêdagirî li ser diyalog û rûniştin, û dîtina rêçareyekê ku berjewendiya hemû aliyekî dabîn bike, bi berpirsane û cihê pesendkirinê dane zanîn.

Piraniya rêkxirawên medenî û kesayetiyên siyasî û civakî bi eşkerekirina nerizayetiya xwe û narewazanîna vê kiryara PKK’ê, dengê xwe ji bo çareseriya kêşeyê bi awayekî ku berjewendiya hemû aliyekî dabîn bike, xistin cem dengê PDKÎ.

Kadr û pêşmergeyên xebatkar ên PDKÎ serbarê xwedûrgirtina ji her cure aloziyekê, dema ku ketin ber êrîşê, bi ew qasê amadeyî û bi nîşandana îradeya xweragirî û berxwedanê, dest kirin bi bergirî û parastina kerameta PDKÎ, û di vê derheqê de, ya ku hêjayî pêşmergeyekî demokrat bû ji xwe nîşan dan.
Keç û kurên kempên PDKÎ, kincê pêşmergayetiyê li xwe kirin, û erka parastin û hişyarbûnê di hemberî her pîlanekê girtin stûyê we.
Endamên PDKÎ çi li Rojhilata Kurdistanê û çi jî li Başûra Kurdistanê bi binkeyên PDKÎ re ketin nav têkiliyan de, û amade bûn ku her erkekê bigrin stûyê xwe, ku PDKÎ ji wan re destnîşan bike, û bi kiryar ew qewlê xwe bi dilsoziyeke bêhempa ve cî bi cî kirin. Endamên PDKÎ li derveyî welat perîşebûna xwe ya herî zêde nîşan dan, û heya beşek ji wan daxwazkarê vegeriyan bo Kurdistanê û cihgirtin di nav refên pêşmergeyan de bûn.

Malbatên rêzdar ên şehîdan ku bi kiryara PKK’ê cardin birîna şehîdbûna xortên wan ji wan re nû bû, dest kirin bi piştgiriya ji partiya şehîdên xwe.

Heyeta diyarîkirî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya vê pirsê bi perîşbûneke bê hempa ve, hewla rûniştina sê alî da, ku di aramkirina rewşê de bi bandor bû.
Yekîtiya Parlemantarên Kurdistanê bi dilsoziyeke bê hempa ve di gel PDKÎ û PKK’ê di nav têkiliyan de bûn, da ku alozî ji vî qasî zêdetir bilav nebe.

Kongireya Neteweyên Îrana Federal û çend hizb û trêkxirawên xeyrî Kurd ên Îranî, ji riya ragehandin û daxuyaniyan ve ew kiryara PKK şermezar kirin, û hevsozî digel PDKÎ kirin.

Gellek hizb û rêkxiraw û kesayetiyan di van çend rojan de bi amadebûna di Deftera Siyasî, û yan jî di Deftera Pêwendiyan ya PDKÎ de, hevsoziya xwe digel PDKÎ eşkere kirin, û komek ji nivîskaran û rewşenbîran bi nivîsîna babetan û şirovekirina vê pirsê nerewabûna helwesta PKK’ê şermezar kirin.

Ew yek hemû ji bo PDKÎ cihê şanazî û pêzanînê ne, û di zelalkirina rastiyan û bîr û raya giştî de, bi bandor bûye.

Deftera Siyasî ya PDKÎ di rewşekê de ku heya niha jî, hewlên wê ji bo rûniştin û diyalogê, û çareseriyeke wisa ku berjewendiya hemû aliyekî bi cih bîne, bê encam ma, lê kêfxweş e ku ew alozî heya astekê aram bûye, û çavnihêrî jî ji vê helwestgirtin û piştevanîkirinan, her di cihê xwe de ye. Em bi hewce dizanin ku ji riya vê spasnameyê ve spasiya hemû aliyekî bikin, û rêz û hurmetê bo helwest û nerizayetiyên wan danên. Spas û hurmetê pêşkêşî her partî û aliyekî, û her kes û kesayetiyekî dike, ku bi vê kêşeyê ve mijûl bûn, û çaverê dike ku ew hewl û piştgirî hêvinê berdewamiya diyalogê û dîtina rêçareseriyekê be, ku berjewendiya hemû aliyekî bi cih bîne.

Spas bo hemû aliyekî, û destê biratiya we, em digihoşînin û helwest û eşkerekirina nerizayetiyê, û piştevaniya we ji PDKÎ wekî helwestekî nîştimanî dizanin, û em hêviya vê yekê dikin, ku çeka Kurd tu carî berbirûyê Kurd nebe, û yekdengî û dilsozî û hevkariya Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê, hêvina bidestvehatina mafê neteweyî û maf û azadiyên Kurd di hemû perçeyên Kurdistanê de be.
Riha şehîd Qadir Kerîmî şa be, û em hêviya qencbûna zûtir ya birîna birîndarên xwe dikin.

Carek din em spasiya hemû aliyekê dikin, û tebahî û serkevtinê ji Kurd re hêvî dikin.

PDKÎ
Deftera Siyasî
06.06.2015
16.03.1394