Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Stêrka geş a Kurdan

16:30 - 20 Kanûna Paşîn 2022

Nûredîn Sofîzade

Di nava her welat û neteweyekê de, hin roj û bûyer hene ku dibine rojên dîrokî û cihê şanaziya wî welatî yan netewê.

Herçiqas di dîroka netewa Kurd de jî rojên wiha zaf in ku hemî netewa me şanaziyê pê diket, lê 2ê Rêbendanê rojek herî pîroz û girîng e di nava rojên dîrokî yên Kurdan de.

Li 2ê Rêbendana 1324 a (22ê Kanûna Paşîn a 1945an), li Rojhilatê Kurdistanê û li ser destê Pêşewa Qazî Mihemed û ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistanê ve, yekemîn dewleta Kurdî li sitadtoya kora Kurdistanê hate avakirin.

Di vê Komarê de û di bin deshilata dewleta Kurdistanê de ku yekemîn car bû Kurdan dewletdariyek wiha diceribandin, gelek zû xuya bû ku gorî wî serdemî Komara Demokratîk a Kurdistanê, di nava hemî dewlet û welatên navça Rojhilata Navîn de, deshilat û hikûmetek herî pêşkevtî ye û dikare bibe sembola demokrasî û wekheviyê û deshilatek dadperwerane.

Zêdebarê vê ku renge qewara deshilata wê Komarê hemî axa Rojhilatê Kurdistanê jî negirtibû, lê her Kurdek heta li perçên din yên Kurdistanê jî, ev deshilat û kiyan û Komara Kurdistanê bi ya xwe dizanîn û li hember parastina wê de seh bi berpirsayetiyê dikirin, her eva bû ku ber avabûna Komarê ku amadekarî dihate kirin da ku bête ragihandin, û roja ragihandina Komarê û li 11 meh temenê nûciwane wê Komarê de û heya roja têkçûna Komarê, xwe li hember da berpirsyar zanîn, û beşdar bûn û şerê parastina wê kirin.

Renge gelek caran û çendîn pirtûk û hezaran gotar û axivtin li ser çawaniya avakirina Komara Kurdistanê hatibine weşandin ku çawan hate damezrandin û deskevtên wê çi bûn, sedemên avabûn û jinavçûna wê çi bûn, lê min hez kir di wê nivîsê de behsa pîroziya neteweyî ya 2ê Rêbendanê bikim.

Ew xalên ku 2ê Rêbendanê li cem hemî Kurdan kirine rojek herî pîroz a dîrokî û hemî Kurd şanaziyê pêve dikin ev in:

1 – Zêdebarê vê ku mixabin Kurdistan ji aliyê 4 dewletên dagîrkar ve hatiye perçe perçekirin û her kîjan ji wan perçên Kurdistanê di bin dagîrkariya Îran, Turkiye, Îraq û Sûriyê de ye, lê di dema avakirin û ragihandina Komara Kurdistanê an ku roja 2ê Rêbendanê de, li her 3 perçên din yên Kurdistanê li bajarê Mihabadê beşdar bûn, weke Nemir Barizanî û hezaran kes ji şoreşvanên xwe, dehan kesayetî û rewşenbîrên Başûr, malbata şoreşvan a Nehrî û Seyîd Teha û şoreşvanên Geylanî li Bakurê Kurdistanê, dehnan kesayetî û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê û wan herêmên ku di bin deshilata Komara Kurdistanê de nebûn wekî Kirmaşan, Îlam, Hewraman, Hemedan û…hwd

2- Rast e ku Komara Kurdistanê li ser parek ji axa Rojhilatê Kurdistanê hatibû avakirin, lê bona birêvebirin û karên wê dewleta Kurdî, ew yeke qet nebû pîver ku deshilatdar divê xelkê wê para ji axa rizgar kiribin, belkî neteweyîbûn û Kurdistanîbûna wê deskevta Kurdan li wir de bû ku gorî lêhatîbûnê û hewcehiyê deshilat û karê birêveberiya Komarê bi wan Kurdanan re hatibû spartin ku ji perçên dinê yên Kurdistanê ve li Komarê de beşdar bûn; bo mînak Nemiran Mela Mistefa Barizanî û dehan kesên din xelkê Başûr û Seyîd Teha Şemzînî û dehan kes li Bakurê Kurdistanê berpirsayetiya herî bilin bi dest girtibûn û dehan nivîskar û edîb û rewşenbîrên Başûr û Rojavayê Kurdistanê şêwirdarên Komarê li warê rojnamevanî û perwerdehî û çapemenî de erk pê hatibûne spartin û Komara Kurdistanê li çarçêve û qorixa Rojhilatê Kurdistanê de nemabû.

3- Piştî derbasbûna li ser nemana Komara Kurdistanê heya îro rojê ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, belkî li her der û her kîjan ji perçên din yên nîştimanê, her kes xwe xwediyê wê destkevta Kurdan dizane û dilê wan bo avakirina ji nû ve ya Komar û deskevteke bi vî awayî lêdide. Eva jî li merasim û yadkirinên hemî salê li her çar perçên Kurdistanê û ji aliyê her rêkxistin û hizbeke Kurdî ku hilgirê çi bîr û bawerekê be, neteweyîbûn û pîroziya Komara Kurdistanê dide xuyakirin.

4- Ji bona parastina Komarê xwîna egît û şoreşvanên her çar perçên Kurdistanê rijiya ye ser axa Rojhilat û her ew xwînanene ku tevlî hev bûne û hêvênê neteweyîbûna Komara kurdistanê çê kirine.

Belê ev 4 xalên serwe ez bawer im têra dike ku mirov bikare bêje Komar û 2ê Rêbendanê li ber vê ku ya hemî Kurdan e, renge çi rojeke dîrokî yên Kurdan bi qasî 2ê Rêbendanê bi yek destî û bê ferq û cudahî li her çar perçên Kurdistanê de pîroz nebe, ez wê gotinê bi xatircemî ve dibêjim ku ti rojek hindî roja avabûna Komara Kurdistanê bal hemî Kurdan pîroz nîne. Sedemên sereke yêpn pîrozbûn û netewîbûna Komarê jî, renge ew 4 xalên serwe bin.

Renge li hemî perçên Kurdistanê deskevt û guhartin û rojên dîrokî hebin, lê bi qasê yekdestiya li ser 2ê Rêbendanê, netewa me hemî xwe xwediyê wê dîrokê nizane û bi bîr nayîne, ew jî vedigere ser vê yekê ku hemî Kurdan hevşêweya Komarê yan rol tê de tinebûne, yan ev bûyer û roja dîrokî li qorixa part û perçeyeke Kurdistanê de mabe.

Lewra ne Hizba Demokrat wekî avakerê Komara Kurdistanê, ne xelkê Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê tenê bi ya xwe nezanîne û qet bi wê yekê jî nerehet û dilsar nebûne ku dema li perçeyekî dinê yên Kurdistanê, yan ji aliyê part û aliyên siyasî ve yada Komarê tê pîrozkirin, ti amajeyek bi wê hindê nakin ku erê gelo ev Komare ji aliyê kê û kîjan partiyê ve hate damezrandin, PDKÎ û Rojhilat, şanaziyê dikin ku kar û deskevta wan a dîrokî, bûye ya hemî Kurdan, îcar girîng nine bila her navek ji wan neyê anîn.

Ev yada netewî an ku 2ê Rêbendanê salvegera avakirina Komara Kurdistanê, ji her Kurdekî welatperwer ji malbatên xwedanqeder ên şehîdên Kurd û Kurdistanê, ji her Kurdek ku dilê wî bo avakirina Komara Kurdistanê lêdide û ji her rêvîngekî rasteqîne yê rêbaza Komarê û li Hizba damezrênerê Komarê an ku PDKÎ pîroz be.

Bi hêviya bidestvehatina carek din a Komara Kurdistanê.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine