Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sûriyê îsal dû nûner di civîna “NY” de dibin

13:03 - 25 Îlon 2012

Kuridstanmedia: Îsal welatê Sûriyê bi du nûneran wate nûnerê rejîmê û Serokê Encumena Nîştimanî a Sûriyê “opozîsyon” beşdarî civîna saziya “NY” dibe.


Li gor televîzyona Elcezîra, bo cara yekemîn di dîroka Sûriyê de, wî welatî di civîna Saziya Netewên Yekbûyî de du nûner dibin.
Tevî nûnerê rejîma Sûriyê di saliya “NY” de, Serokê Encumena Nîştimanî a Sûriyê “opozîsyon”ê jî di civîna giştî a “NY” de beşdar dibin.
Saziya han bi awayek fermî Ebdullbasit Seyda, Serokê Encumena Nîştimanî a Sûriyê ji bo civîna “NY” gazî kir.

Daweta han bi bandora çend welatên Erebî bûye.
Televîzyona Elcezîre herweha ragihand ku, hêj nahê zanîn ku Ebdullbasit Seyda wê di wê civînê de biaxive yan wê li korên taybetî de li gel dostên Sûriyê dicive.