Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Swêd/ Beşdariya şanda Hizba Demokrat li meclîsa behî û sersaxiya Ehmed Qazî de

16:04 - 23 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Şandeka Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê di merasîma behî û sersaxiya “Ehmed Qazî”li welatê Swêdê de beşdarî kir.

Li gorî rapora Mapera Kurdistan Media, roja şemiyê 20’ê Hezîrana 2015’an, merasîmek yad û bîranînê ji bo mamosta “Ehmed Qazî” nivîskar, werger , rojnamevan û kesatiyê binav û deng ê Rojhilata Kurdistanê ji aliyê malbata Qazî ve di welatê Swêdê de birêve çû.

Di wê bîranînê de şandek ji Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê li bajarê Stokolm a welatê Swêdê de ji bo rêzgiritin ji xebat û têkoşana wî wêjevan û şoreşvanê gelê me de beşdarî kiribû.

Di vê deheqê de “Elî Aswend” bo rêzgirtin ji xebat û têkoşîna wî kesatiyê payebilind ê Kurd, peyama sersaxiya komîteya Hizba Demokrat li bajarê Stokolmê arasteyî malbta “Ehmed Qazî” kir.

Di wê rêûresmê de, peyama aliyên siyasî û kesatiyan hate xwandin û herweha ji aliyê malbata “Qazî” ve jî, çend peyam hatin pêşkêşkirin.