Kurdistan Media: Li Stokolm a serbajara Swêdê de xwenîşandaneke berfireh bi nîşaneya piştewanîkirin ji nerazîbûnên vê dawiyê ên Mehabad û bajarên din ên Kurdistanê û daxwaziyên wan, birêve çû.
Li gor rapora malpera Kurdistan Media,roja Pêncşemiyê 14`ê Gulana 2015`an, komîteya Swêdê ya Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê û Komeleya jinên Rojhilatê xwenîşandanek nerazîbnê li bajarê Stokolmê û li pêşberî Parlementoya wî welatî de bi armanca piştewanî kirin ji daxwaziyên hevwelatiyên Kurdistana Rojhilatê lidar xisitin. Neraziyên bajarê Mehabadê û bajarên din ên Kurdistanê, daxwaza rohnkirina mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî\' yê bûn.
xwenîşandana bajarê Swêdê bi beşdariya hejmarek berbiçav ji kesatiyên siyasî û sivîl ên kurd û nûnerên çendîn part û aliyên siyasî birêve çû.
Ew xwenîşandan bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” li pêşberî parlemana welatê Swêdê û bîstek bêdengî ji bo rêzgiritn ji canê pak ê şehîdên Kurdistanê bi taybet “Ferînaz Xusrevanî” bi her du zimanên Kurdî û Swêdî des pê kir.
Di berdewamiya xwenîşandanê de, peyamek bi her du zimanên Kurdî û Swêdî hate pêşkêşkirin û çendîn durşm ji aliyê “Ferîde û Arizû Hisamî” ve hatin qîrandin.
Paşan aliyên siyasî û sivîl ên beşdar basek derheq nerazîbûnên bajarên Kurdistana Rojhilatê û reftarên rejîma Îslamiya Îranê de pêşkeş kirin.
Peyamên ku li xwepêşandana Stokomê de hatin pêşkeş kirin, pêkhatibûn ji:
- Peyama hevpar ya jinên Rojhilatê ji aliyê Mestûre Sultanî
- Peyama Komîteya hevkariya hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanê li Swêdê ji aliyê Mihemed Ehmedî ve
- Peyama Federasiyona Komalên Kurdistanî li Swêdê ji aliyê pirşing Tuwana ve
- Peyama Naveda Yekîtiya Kurdan li Swêdê ji aliyê Elî Palanî ve