Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Swîd: Şandeyeke komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serdana mamosta Hesen Şîweselî kir

23:06 - 12 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Bi boneya bîranîna 28 saliya hewla terorkirina mamosta Hesen Şîweselî ji aliyê rejîma Îranê ve, şandeke komîteya Partiya Demokrat serdana wî xebatkarê berê kir.

Li gor rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Duşemiyê 28’ê Çileya Pêşîn a 2015’an, şandeke PDKÎ di bajarê “Vîstros”a Swîdê, wek erk û pêzanîn serdana rêzdar û xebatkar mamosta Hesen Şîweselî endamê şanaziyê (îftixarî) ê komîteya navendî û fermandê jêhatî yê hêza pêşmergên kurdistanê kir.

Ew serdana bi boneya bîranîna hewla terorkirina navbirî bûye, ku 28 sal berî niha di rojek wek îro de, di pîlaneke terorîstî a rejîma Îranê de, bi danîna bombeyekê hewla teror û şehîdkirina mamosta Hesen Şîweselî wek yek ji kadr û pêşmergeyên xebatkar û fermandeyekî hêja û endameke wefadar ê komîteye navendî a Partiya Demokrat di PDKÎ de hate dan.

Di vê serdanê de, “Ezîz Miradperest” berpirsê Komîteya Partiya Demokrat li bajarê Vîstiros, peyam û deste gulek ji aliyê komîsyona “Siyasî nizamî” a Partiya Demokrat û peyama komîteya giştî a Partiyê li Welatê Swîdê û herwiha destgulek a dostiniya komîteya Partiyê di bajarê Vîstrosiyan, bi boneya 28 salvegera vê hewla terorîstî a rejîma Îranê diyarî mamosta Şîweselî kir.

Mirad Perest di vê pêwendiyê de bas ji vê yekê kir ku hewla terorîstiya rejîma Îranê bo jinavbirin û terorkirina rêber, kadr û pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûye.

Piştre rêzdar Şêweselî, di axavtina xwe de, wefadarî û amadebûna xwe ji bo xizmetkirin bi Part û neteweya xwe anî ziman.

Di beşeke din a vê serdanê de, berpirsê kimîsyona Siyasî a nizamî rêzdar “Rostem Cehangîrî” bi rêka telefonê ve beşdarî kir û spasiya xwe ji bo zehmet û fedakarî û hasten pak , pêşkêşî mamosta kir.

Dûre xatûn “Kulsûm” hevjîna mamosta, spasî û pêzanîna xwe ji bo vê serdanê di axavtinekê de li ser kesayetiya mamosta pêkêşî Partiya Demokrat kir.