Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tawanek bi hêceta ol

02:07 - 9 Îlon 2012

Fatih Salihî


A vakirina jiyana hevpar nîşan û hêmaya selimandina hêviya bi jiyanê di civakên cur bi cur de ye. Eva jî rasterast vedigere ser çawanî û zirûfa çandî, civakî û rewşa abûriya tekên nava civkê de, yan ji hemûyan girîngtir yasayeke ku di wan welatan de tê pêrewkirin.

Lewma di wan civakan de ku yasaya welat li ser bingeha eslên mirovahiyê sekinî bin, avakirina jiyana hevpar jî bi tevahî dikeve bin bandor û siya wan pirensipên mirovî, ku li encama tendurustiya civakî de çê bûne.
Beravajiya vê yekê jî, di civakên paşvemayî de, nirx û buhayek mirovî weke pêkanîna jiyana hevbeş, dikeve bin bandora yasayên paşvemayî û girêdayî bi ol û xurafatan, û eva jî dibe sedem ku di nav civakê de, ji bilî vê ku avakirina jiyana hevpar nabe hîma û sembolek ji bo zindîbûna civakî, û hebûna hêviya bi jiyanê, dibe nîşaneyek bo binpêkirina mafên sereke û afirandina tawanek mezin bi hêceta ol û mezheban.

Di welatên azad û pêşkevtî ên cîhanê de, bi bê lêkolîn û nirxandin û ravekirinê tu caran dest ji pêkhateya civakî nadin.

Li ser vê bingehê hekî pirogiram yan pilanek civakî ji aliyê dewletê ve bihê pêşniyarkirin, pêşniyara han piştî derbazkirina bi dehan qonaxên yasayî û bi rapirsî di navbera takên civakê de, dibe yasa û dikeve ser hêla cî bi cî kirinê, bitaybet li warê jiyana hevbeş de, yasaya malbatî di wan welatan de bi qasekê bi hûrbînî ve hatiye darêtin ku heya dikare rê ji bêserûberiyên civakî û çandî di civakê de bigre.


Lê mixabin di civakek belalêdayî û pir ji arîşe wek Îranê de ku ol bûye gopalek di destê mirovên bi nav olî de, bo afirandina tawan û kiryarên dûr ji mirovahiyê, jiyana malbatî û pêkanîna jiyana hevpar xwedî girîngiyek weha niye û wek mijarek hewce nahê hesibandin.
Welatek ku %70 ji nifûsa wê ji texa ciwan, ew jî ciwanên bê kar û bê cihê jiyan û dahata rojane pêk tîne, çawa dikarin ku kesek din jî tevlî jiyana xwe ya pir ji êş û azar bikin, û bibin xwedî malbat û zarok.

Di nava van hemû pirs û babetên girîng ên weke paşvemana çandî û rewşa aloz a abûrî, civakî û heta siyasî di welatê Îranê de, avakirina jiyana hevpar a zarokan yek ji wan diyardeyên qirêj ên civakî ye, ku çavkanîgirtî ji ol û sunnetê ye, û eva jî rasterast bandorê dixe ser nifûsa 16 milyon kesî li Îranê de, ku li gor ol û ew yasayên ku di hundirê welat de tên birêvebirin, dikarin jiyana hevpar pêk bînin.


Li gor amarên nû, bi giştî ev kesên ku temenê wan di navbera 10 heya 19 saliyê (bi giştî 15.4 milyon kes) de ne, 6.7 milyon kes di navbera 10 heya 14 saliyê û 7.8 milyon kes jî di navbera 15 heya 19 saliyê de ne.

Ji vê nifûsê nêzîk bi 890 hezar zarokên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne, bi zorî û neçarî jiyana hevpar bi ser wan de hatiye sepandin. Di navbera nifûsa 10 heya 14 saliyê de, 78 hezar kes, aliyê kêm carekê jiyana hevpar ava kirine.

Ji aliyek din ve serjimêrî didin xûyakirin, ku li girûpa temenê 15 heya 19 saliyê de, 814 hezar kes zevicî ne. Ev rewşa aloz a civakî hemû vedigere ser zirûfa niha ku bi hêceta ol û sunet bi ser civaka Îranê de hatiye sepandin, û roj bi rojê goriyên xwe disitîne, û mixabin cudabûn û telaq geşe dike, û bi heman pîvanê hejarî û xirapî jî zêde dibe.