Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tekoşerekî kevnar yê PDKÎ li parêzgeha Hewlêr wefat kir

20:42 - 6 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Tekoşerê kevnarê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê seba nexweşiyê di temen 78 saliyê de li Behrikê malavayî ji jiyanê kir.

Li gor rapora Kurdistanemdia, “Mela Selîm Mîhenxa” kurê Ebdulkerîm xelkê gundê “Zinîwa Şêx”a ser bi bajaroka Hacî Omeran, seba sekta mejî li bajaroka Behrikê a ser bi parêzgeha Hewlêrê koça dawî kir.

Navbirî di serdemê komara Kurdistanê de bûye endamê PDKÎ û di wê sedemê de jî çendîn caran ji aliyê rejîmên Paşayetî û komara Îslamî de hatiye girtin û hatiye eşkence kirin û cara davî sala 1378’a Rojî bi naçarî welat bi cî hêştiye.

Tekoşerê han yê kevnar heya daviya jiyana xwe bi rêbaza PDKÎ û gelê wefadar maye.

Mela Selîm Mîhenxa dersa olî di Kurdistna Îranê de tewaw kiribû û li gundên Werdan û Memêrga ser bi bajarê Selmasê û Derbenda serê ya ser bi Nexedê pêşnimêjî kiriye.

Termî navbirî di nav aporaya kadir û pêşmergên PDKÎ de li Navenda 3’a Kurdistanê hat definadin.

Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karê navbirî dike û xwe di xem û kovana wan de bi şerîk û pişikdar dizane.
Riha wî şad be