Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê berê yê rojnameya IRNA a rêjîmê gotiye ku baykotkirina hilbijartinê baştirîn berxwedan e

11:49 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2024

Berpirsê berê yê rojanmeya hikûmtî ya “ÎRAN” gotiye ku bo derbasbûn ji wê qonaxa rêjîma Îranê, ciwantirîn û karlêkertirîn karê bo berxwedana medenî, baykotkirina hilbijartinan e.

Ebdulla Nasirî ku li serdema serkomariya “Mihemed Xatemî” de berpirsê rojnameya fermî ya hikûmî ya rêjîmê bû daye zanîn ku niha “wêjmana serdest” derbasbûn ji wê qonaxa rêjîmê ye û heta rêjîma îslamiya Îranê desthilatdar be, ciwantirîn û karlêkertirîn alav bo berxwedana medenî, baykotkirina hilbijartinan e.

Herwisa navbirî bi tekezî gotiye ku pêka ceribandinên dîrokî, bê guman li qonaxa duyê ya hilbijartina serkomariyê, dê astê beşdariyê ji qonaxa yekem hêj kêmtir be.

Navbirî tevî ku bi xwe beşek ji ragihandina fermî ya rêjîmê bûye îtiraf dike ku encama hilbijartinê bi tenê dê kesek be ku xoşewîstê weliyê Feqîh be.

Baykotkirina hilbijartinê bi banghêjiya hizb û aliyên siyasî û çalakvanên medenî û siyasî bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û hişariya siyasiya xelkê bi taybet xelkê Kurd bû sedeem ku piraniya sendûqên dengdanê bi betalî bimînin û Rojhilatê Kurdistanê de astê beşdariyê hinde kêm bû ku nîşana şikesta tevav a rêjîmê li hember îradeya xelkê Kurdistanê ye.