Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê şandina çek û cebilxanê bo Hizbullahê zêdetir kiriye

11:33 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2024

Pişî teqandina piraniya alavên radarî û cebilxaneya Hizbullahê ji aliyê Artêşa îsraîlê ve, rêjîma Îranê şandina çek û cebilxanê bo Hizbullahê zêdetir û lezgîntir kiriye û hevdem êrîşên Îsraîlê jî zêdetir bûne.

Belavoka “Way Nêt” bi belavkirina raporekê li derheq şandina cebilxaneya Îranê bo Hizbullahê, tevî îşarekirin bi jinavçona piraniya sîstemên radarî û cebilxaneya Hizbullahê ji aliyê Artêşa Îsraîl ve, belav kiriye ku rêjîma Îslamiya Îranê veguhastina çek û cebilxanê û alavên hewce bo Hizbullahê zêdetir kiriye.

Pêka vê raporê, rêjîma Îranê li heftiyên derbasbûyî de şandina qaçaxî ya çek û cebilxanê bo Hizbullahê zêde kiriye û ew cebilxane, bo Hizbullaha Lubnanê bo peydakirin û rawestan li hember êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser başûrê Lubnanê girîngiyeke hestiyar hene.

Pêka vê raporê rêjîma Îranê rakêtên dije tank jî bo Hizbullahê şandine.

Piştî zêdetirbûna aloziyên li navbera Hizbullah û Îsraîlê, egera şera berfireh û rasterast li navbera wan de gelek zêde bûye û çendîn welatan bi xelkê xwe ragihandine ku ji Lubnanê derkevin û heta kompaniya rêvîngiya esmanî ya “Loft Hanza”yê jî firîna balafirên xwe bo Lubnanê ragirtine.

Egera vê yekê gelek zêde bûye ku Hizbullah pêka daxwazî û siyaseta rêjîma Îranê, Lubnanê bide kawilkirin, hevşêweyê Hemasê ku Xeze da kawilkirin.