Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî rêjîma Îranê îtiraf kir ku nefta Îranê bi nirxeke herî erzan tê firotin

11:44 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2024

Endamekî kora diyarîkirina berjewendiyên rêjîma Îranê îtiraf kir ku her bermîl nefta Îranê bi nirxa 15 heta 30 dolarî tê firtotin û li serhevr rojê zêdetir ji 26 milyon dolar nefta Îranê erzantir tê firotin.

Roja Dûşemî 11ê Pûşperê, Mecîd Ensarî yê endamê Kora diyarîkirina berjewendiyên rêjîma Îranê belav gotiye ku rêjîma Îranê her rojê li derdora milyonek û 300 hezar bermîl neftê difroşe ku bo bikirê bingehîn ê nefta Îranê bi nirxa 15 heta 30 Dolarî difroşe û her rojê bi awayê nêvincî 20 dolar, bo her bermîl erzandir dide wan.

Pêka gotina “Mrcîd Ensarî”, rêjîma Îranê her rojê zêdetir ji 26 milyon Dolar, nefta xelkê Îranê erzantir difroşe.

Ev rêjeye bi tenê firotina eşkere ya nefta Îranê li xwe digre û pêka raporên fermî yên navnetewî rêjîma Îranê bi qaçaxî zêdetir ji 3 milyon û 200 hezar bermîl neft û gaza şil difroşe ku zêdetir ji 2 qat a amarên belavbûyî yên rêjîmê ye ku ne dahata û ne nirxa firotina vê neftê hatiye diyarîkirin ku bo banka navendî jî nayê şandin.