Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Duşemî li Kurdistan û Îranê de çendîn kombûnên nerizayetî bi rê ve çon

11:40 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2024

Li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de kombûnên nerizayetî yên çend sendîkayên kedkarî û malnişînkiriyan bi rê ve çon.

Roja Dûşemî 11ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê de malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê li bajarê Bîcarê li derheq sozên çewt ên birêveberên îdareya Muxabirat a Îranê û xwediyên pişkên bingehîn ên stada birêveberî û kompaniya “Ê`itimad Mobîn” li derheq neşiyan li cîbicîkirina ayînnameya 89/24 û pêrenegihîştin bi daxaziyên malnişînkiriyan li rûberûyê bînaya vê Îdareyê li bajarê Bîcarê de kombûna nerizayertî lidar xistin.

Herwisa li bajarê Tewrêzê de jî malnişînkiriyên Îdareya Muxabiratê kombûneke nerizayetiyê bi rê ve birin.‎

Li vê rojê de kedkarên kompaniya “Petrokîmiya Arwîn” a bajarê Ehwazê li parêzgeha Xûzistanê, kombûna nerizayetiya xwe li pêvajoya mangirtina seranserî ya kedkarên pîşeyî, petrokîmî û palavtingehan, berdewam kirin.

Kedekarên pîşeyî yên kompaniya “Pola ya Ehwaz”ê ku bi sedema nîşandana nerizayetiya xwe li hember vernegirtina 4 heyv heqdesta xwe ji kar hatibûne derxistin, li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê li ber deriyê meclîsa rêjîmê lidar xistin û daxwaza mafê xwe kirin.