Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeheke rêjîmê li bajrê Ehwazê, 4 girtiyan canê xwe ji dest da

11:46 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2024

Bi sedemeke nexuya li girtîgeha Şîban a rêjîmê li bajarê Ehwazê, 4 girtiyan canê xwe ji dest da û 15 girtiyên din jî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û sedema vê yekê heta niha bi serastî nehatiye zanîn.

Pêka raporekê ku navenda mafê mirovî ya “Karûn” belav kiriye, 4 girtiyên li benda 3 a girtîgeha Şîban a rêjîmê li bajarê “Ehwaz”ê de bi sedemeke nexuya canê xwe ji dest dan û herwisa 15 girtiyên din bo nexweşxaneyên derveyî girtîgehê, hatine vegihastin.

Pêka dawî raporan, li derheq rewşa tendirûstiya wan 15 girtiyên ku bo nexwşxaneyên derveyî girtîgeha “Şîban”ê hatine veguhastin, ti zanyariyeke serast li ber dest nîne.

Herwisa sedema canjidestdana 4 girtiyên li vê girtîgeha rêjîmê bi serastî nehatiye zanîn lê pêka hinek raporên nefermî yên belavbûyî, bi wan girtiyan dermanên şaş hatine dan ku bûye sedema jehrîbûna wan girtiyan.

Malbatên girtiyan û herwisa çalakvanên mafê mirovî li nigeraniyeke tevav a rewşa tendirûstiya girtiyan de ne û heta niha bi serastî ew bûyere rohn nebûye.

gelek caran girtî li gitîgehên rêjîmê de bi sedemên nexuya canê xwe ji dest didin an piştî azadkirinê bi sedemên nexuya canê xwe ji dest didin û egera jehrîkirin û dermandavkirina wan girtiyan gelek zêde ye.