Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê Mihendis Xeyatî di goristana şehîdên PDK Îranê de definandin

20:29 - 17 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Termê şehîd Mihendis Riza Xeyatî kadrê kevnarê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ku seba bûyera dilêşa tirombêlê wefat kiribû, li goristana şehîdên PDKÎ bi axa pîroza nîştemanê sipardin.


Li gor rapora peyamnêrê “Kurdistanmedia” pêş nîveroa îro Yekşemî berwara 17’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, termê şehîd Mihendis Riza Xeyatî tekoşerê kevnar û naskirî û yek ji damezrênerê radyoya Dengê Kurdistana Îranê bi beşdariya “Mesud Tek” sekreterê Partiya Susyalîsta Kurdistana Turkiyê, “Mistefa Hicrî” sekreterê giştî û endamên rêberayetî û kadr û pêşmerge û mêwanên PDK Îranê li goristana şehîdên partiya han definandin.
Paş definandina termê şehîdê han, li bargeha Deftera Siyasî rêûresma pirs û serxweşî bo Mihendis Riza Xeyatî hat lidarxistin û têde Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDK Îranê sibaret bi kesayetiya ew xebatkare çend gotinek pêşkeş kir.
Hicrî serbarî amaje bi xebata 33 saliya Mihendis Riza Xeyatî, got: Beşdariya hevnîştemanên Turk Azeriyên me li xebata gelê Kurd û PDK Îranê li dijî destelata zal bi ser Îranê de, nîşaneya hevxwmî û hepêmaniya har du neteweyên Kurd û Azerî ye û hejmareke zaf ji birên me yên Azarî di rêza tekoşeriya gelê Kurd de canê xwe fida kirine ku Mihendis Riza Xeyatî yek ji wan mînane ye.

Mistefa Hicrî her wuha got: Mihendis Riza Xeyatî di heyama xebata xwe de li rêzên PDK Îranê de bi disozî ve xebat dikir û ew astengî û arîşeyên ku ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve bo wî çêdikirin tû demek ew tekoşere tûşî dudilî nekir û li xebata xwe de heta demên dawiya jiyana xwe berdewam bû.
Piştre Hesen Şerefî cêgirê sekreterê giştî yê PDK Îranê, daxuyaniya politbîroya PDKÎ bi boneya koça dawiya Mihendis Riza Xeyatî xwand û her dûr vê daxuyaniyê de “Êlham Çayîçî” bûka Mihendis Riza Xeyatî çend gotinek pêşkeş kir.